Ji bo gelê Kurdistanê li Hambûrgê şevek piştgiriyê hate lidarxistin
Ji bo gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, ku dewleta Tirk êrîşên giran dibe ser, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê şevek piştgiriyê hate lidarxistin.
Ji bo gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, ku dewleta Tirk êrîşên giran dibe ser, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê şevek piştgiriyê hate lidarxistin.
Şev ji aliyê rêxistina Ciwanên Azad a Hambûrgê ve li taxa Harbûrgê hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bûn. Şev ji aliyê Şîlan Kocaman û Yilmaz Kaba ve hat pêşkêşkirin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Siyasetmedara Kurd Sevahîr Bayindir li vir axivî û bibîr xist, ku tevgera azadiyê ya Kurd bi pêşengiya ciwanan dest pê kiriye û bi ciwanan didome. Bayindir destnîşan kir, ciwan meşaleya azadiyê niha li gund, çiya, bajaran û li Rojava bilind dikin. Bayindir diyar kir, bi ruhê Mazlûm, Xeyrî, Zîlan, Bêrîtan û Sarayan, pêşengiya civaka azad bi berxwedan û ruhekî mezin ê fedayî tê kirin. Sevahîr Bayindir da xuyakirin, ku ciwan wê siberoja têkoşînê, jin jî wê qanûn û pîvanên jiyanê bafirînin.
Bayindir, li dijî zîhniyeta kîn û komkujer a AKP-MHP'ê, li dijî dîktatorî û polîtîkaya înkar û tinekirinê bang kir, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'NA' bê dayîn. Bayindir got, "Ji ber vê yekê girîng e gelê me bi ruhê seferberiyê dakeve qadan, li nava malan bigere, dengê 'NA' zêde bike û pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re bike."
Di çarçoveya bernameya çandê ya şevê de Koroya Arîn Mîrkan, Koma Ronahî, Govenda Sîpan Amara, Tûncer, Şengul Pak, Attîla û Îbo, Koma Rengê Nû, Celovîz û Serhat Çarnewa derketin ser dikê.