Ji bo gardiyan erka lêdanê!

Parêzer Canan Ûçar li hemberî guhertinên bi Pakêta Ewlekariya Hundir re li girtîgehan tê kirin bi gotina "Ev gav, gava veguherandina girtîgehan weke girtîgeha Amedê ye" nerazîbûn nîşan da.

Bi Pakêta nû ya Ewlekariya Hundir re wê li girtîgehan, bi hinceta "ewlekariyê" bi kûçikan, gaza îsotê ya "bikaranîna wê li cihê girtî qedexe ye", ava şid û çek li hemberî girtiyan werin bikaranîn.

Eger "Pakêta Ewlekariya Hundir" bibe qanûn wê di rêvebernameyên girtîgehê de guhertin werin kirin.

Li gorî pêşnûmeyê wê bi kûçikan, gaza îzotê ya bikaranîna wê li cihên girtî qedexe ye, ava şid û bi çekê dest li girtiyan were werdan. Wezîfedarên ewlekariyê yên li girtîgehê, ji bo pêşîgirtina li îsyan, berxwedan, fîrara, hewldana fîrarê yan jî bûyerên asayîşê xera dikin, "ji bo bicihanîna fermana qanûnê" wê erkdar bin ku şîdetê bikar bînin. Li gorî berxwedana lê rast werin, wê bêyî hişyarîdayînê karibin şîdetê bikar bînin.

Yekîneya destwerdanê û wezîfedarên ewlekariyê yên li derveyî girtîgehê, wê karibin bi çekê bikevin hundirê girtîgehê. Li hemberî berxwedaneke li girtîgehê, wê karibin bi armanca hişyarkirinê guleyan bireşîne. Eger girtî dawî li çalakiya xwe nînin wê 'di asteke pêwîst de' guleyan bireşînin.

Her wiha erkeke bê dawî ya lêgerîna li koxûşan, hucreyan, koxûşên mehkûman ên li nexweşxaneyê û maşîna rîngê, tê dayîn. Eger li dîwarên hucre û koxûşê nivîs an jî wêneyên li gorî girtîgehê qedexe werin daliqandin, wê cezayê hepsê bê dayîn. Pêşnûme, wezîfeya parastina derve ya girtîgehan, ji jenderme digire û radestî Wezareta Edaletê dike. Nasnameya hêzên ewlekariyê û polîsên dest li bûyerên li girtîgehan werdin, wê werin veşartin.

Parêzer Canan Ûçar ev mijar ji ANF'ê re nirxand û anî ziman ku ev qanûn ji bo şikandina vîna girtiyan e û dewlet bi salane vê yekê dixwaze. Ûçar pêkanînên salên darbeyê bibîr xist û diyar kri ku li Girtîgehên Tîpa F tê xwestin vîn teslîm were girtin.

'PÊKANÎNA HIQÛQA CEZA YA DIJMIN'

Ûçar axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev niha gaveke nû ye. Li gorî vî mejî 'Mewzûata milî ya neyî niha alîkariyê nade kontrolkirina girtîgehan. Halbûkî hiqûqa ez pêk tînim hiqûqa ceza ya dijmin e. Girtiyan xwe ji dewletê, ji sîstemê dûr xistine, lewma pêwîstî pê nîne ku li hemberî wan hiqûq were bikaranîn. Ji ber vê yekê girtiyan qebûl kirine ku pêkanîna li derveyî standartan bicih were anîn. Yên derketine derveyî sîstemê, hiqûqa dijmin dikare li hemberî wan were bikaranîn.' Di hiqûqa ceza ya dijmin de; mafên takekesî û û azadî ji girtiyan re nayên naskirin. Em hiqûqa dijmin li Gûantanamo dibînin. Lê em vê hiqûqa dijmin li girtîgehên xwe jî dibînin. Bi vê yekê re dixwzin girtîgehan careke din veguherînin Girtîgeha Amedê. Pêkanînên di nava vê pakêtê de cih digirin, ev in."

Ûçar anî ziman ku bi vê qanûnê re gardiyanan ji her alî ve serbest dike ku çi bixwaze dikarin bikin û got, "Personelê xwedî vê hêzê, ne zehmet e ku karên Esat Oktay Yildiran bike. Dewlet bi rêya wezîfedarên xwe îşkenceyê dikare bike. Dewlet bi rêya wezîfedarên xwe dikare bikuje. Bi qanûnên bi vî rengî re ev ferman ji wan re tê dayîn. Ev xalên pêşnûmeyê fermana îşkenceyê ne. Gotina 'tu îşkenceyê bike, ez li pişt te me' ye."