Ji bo Efrînê roja çalakiyên li her dera cîhanê
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi wesîleya 24’ê Adarê Roja Hevgirtina Efrînê ya Cîhanê banga tevlêbûna çalakiyan kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi wesîleya 24’ê Adarê Roja Hevgirtina Efrînê ya Cîhanê banga tevlêbûna çalakiyan kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê got ku “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana Efrînê li Kurdistanê giyanê yekîtiya neteweyî û berxwedanê ava kiriye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Efrînê du enî derxistine holê û hate gotin, “Mêtingeriya Tirkan a qirker tevî dewletên ku piştgiriyê didin wan, Dehaqên vê serdemê ne. Berxwedana Kawayên hemdem jî li dijî van zordestan xeta azadî û wekheviyê diparêzin. Ne bi tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li her çar parçeyên cîhanê kom û kes di 24’ê Adarê de ji bo xwedîlêderketiya berxwedana Efrînê ew ê çalakiyan li dar bixin. Li Hindistan, Afganistan, Japonya, Avustralya, Amerikaya Latin û li hemû welatên Ewrûpayê û li Kurdistanê ew ê ji bo Efrînê çalakî werin lidarxistin.”
KCDK-E’yê bang kir ku ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dagirker divê hemû jin, hunermend, demokrat, çepgir, Kurd, şoreşger, sosyalîst û femînîstên li her aliyên cîhanê û Kurdistanê divê tevlî van çalakiyan bibin.