Ji bo Efrînê li Freiburgê çalakî hate kirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Nûda ve hate organîzekirin û êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan li meydana Alte Synagoge ya Freiburgê li hev civiyan û alên YPG/YPJ'ê hildan.
Çalakgeran bi sedan belavok belav kirin û bal kişandin ser hovîtiya ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirine.