Ji bo dosya jinên hatin înfazkirin biryara 'veşartinê'

Der barê jinên bi navê Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Gaziosmanpaşa ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin, 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza bi destpêkirina lêpirsînê re biryara veşartina dosyayê girt.

Der barê jinên bi navê Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ên li Gaziosmanpaşa ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin, 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza bi destpêkirina lêpirsînê re biryara veşartina dosyayê girt. 

Li navçeya Gaziosmanpaşa polîsên TEM'ê şevê din li taxa Karadenizê bi ser malan de girtin û di serdegirtina malan de Yelîz Erbay û Şirin Oter înfaz kirin. Piştî înfazê lêpirsîn hat destpêkirin. Çawa lêpirsîn hat destpêkirin 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza bi lezgînî der barê dosyayê de biryara veşartinê girt. 

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezin Uçar, diyar kir ku 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Gaziosmanpaşa der barê lêpirsîna dosyayê de biryara veşartinê girtiye.