Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtinê careke din serlêdan kir.

Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha Alî Konarê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş ê ku li Îmralîyê dîl tên girtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'an heya niha tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.