Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin.

SERLÊDANA BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 41 meh in agahî jê nayê wergirtin, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin. Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

4 salan ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.