Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.

Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi temamî têkîliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayên dayîn. Di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê hene.

Li gorî rapora dawî ya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandî;

-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha roja îro, tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 hevdîtinên parêzeran hatin kirin; ji van 5 hevîdîtinan a dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.

-Ji sala 2014’an ve tenê 5 hevdîtinên malbatî pêk hatin.

-Herî dawî hevdîtina ku rû bi rû hatî kirin, 3’ê Adara 2020’an hevdîtina bi birayê re xwe re bû.

-Ji roja destpêkê heta niha tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hatiye.

-25’ê Adara 2021’an hevdîtina bi telefonê di wexteke pir kurt de di nîvî de hate qutkirin û ji wê rojê û şûnde agahî jê nayê girtin.