Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî sê sal in bi ti awayî nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî sê sal in bi ti awayî nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe werbigirin, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin.
Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.
Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.