Ji bo DÎHA cara 26. asteng
Di pêvajoya ku li bajarên Kurdistanê pêkanînên şerê topyekûn pêş dikeve de, Ajansa Nuçeyan a Dîcleyê DÎHA ku hewl dida rastiya şer bigihîne gelên Tirkiyeyê, bi biryara TÎB'ê cara 26'emîn hate qedexekirin.

Hewldanên qedexekerina Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) berdewam dike. Di rojên dawî de li Kurdistanê êrîşên li hemberî gel gihiştiye asta hewldanên komkujiyê. Her roj li bajarên Kurdistanê gelek kes bi destên hêzên dewletê têne kuştin an jî tên birîndarkirin. Li hemberî cihên dîrokî û cihên pîroz bi çekên giran êrîş tên kirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de biryareke nû ya qedexeyê ji bo DÎHA'yê hate girtin. TÎB, ku beriya niha jî bi fermana Serokweziriyê 25 caran malperên DÎHA'yê qedexe kiribû, bi biryareke nû malpera DÎHA careke din qedexe kir. Navnîşana me ya dawî www.dihaabone.com jî bi biryara ku TÎB'ê îro girt, hate qedexekirin.