Ji bo destekkirina berxwedana Taksîmê li Strasbourgê çalakî

Ji bo destekkirina berxwedana Taksîmê li Strasbourgê çalakî

Bi armancan piştgirîdayîna berxwedana li Taksîmê, li bajarê Fransa Strasbougê çalakiyek ji bo 3 rojan tê lidarxistin. Di çalakiya duyemîn a li heman bajarî de bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî hatin cem hev.

Ji çalakiyên li Strasbourgê yên bi piştgiriya berxwedana Taksîmê re, kolektîfek ji 6 komele û konfederasyonan pêk tê, pêşengî kir.

Nêzî 600 kes li Meydana Kleber ya navenda bajêr hatin cem hev û bi armanca piştigiriya berxwedana Taksîmê û şermezarkirina êrişa polêsan, bi zimanên Tirkî û Fransî pankart vekirin û xwestin dewlet dawî li dijwariya xwe bîne. di çalakiyê de li ser navê gelek saziyan bi zimanên Tirkî û Fransî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê ji bo demokrasiya li Tirkiyê komên siyasî, etnîkî, dînî û civakî yên cûda, bi hev re tê bikoşin. Di axaftinan de hat gotin, "Derdorên li Tirkiyê heta niha dijwarî nedîtibûn, bi berxwedana li Taksîmê re li dijwariya dewletê rast hatin û mîna ku bi dehan salan ji Kurdan re digotin "terorîst" îro heman gotinê ji wan re jî dibêjin."

Çalakiyên ji bo piştigirya bi berxwedana Parqa Gezî, wê îro êvarê û roja Înê jî li Strasbourgê dewam bike. Çalakî ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê, Konfederayona Karkerên Tirkiyeyî li Ewrûpayê (ATÎK), Komeleya Piştigiriya bi Karkerên Tirkiyeyî li Strasbourgê (ASTU), Konfederasyona Gelên Demokratîk li Ewrûpayê (ADHK), Navenda Çanda Elewiyan li Strasbourgê (AKM) Federasona Komeleyên Ciwan û Karkeran (DÎDF) ve tê organîzekirin.