Ji bo Demîrtaş wê li Girtîgeha Edîrneyê studyo were avakirin
YSK’ê ji bo herdu bernameya axaftina namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ya ku di TRT’ê de were weşandin, biryara avakirina studyoyekê li Girtîgeha Edîrneyê da.
YSK’ê ji bo herdu bernameya axaftina namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ya ku di TRT’ê de were weşandin, biryara avakirina studyoyekê li Girtîgeha Edîrneyê da.
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo 2 axaftinên propagadayê ya namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku wê di TRT’ê de were weşandin, biryara avakirina studyoyê li Girtîgeha Edîrneyê da.
Serlêdana parêzerên Demîrtaş a ji bo axaftina propagandayê ya li TRT’ê de îro biryar hate dayîn.
Di biryara bi îmzeya Serokê YSK’ê Sadî Guven de, ji bo axaftina propagandayê ya Demîrtaş wê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dîmen were kişandin û ji bo dîmenan jî endamê YSK’ê Cengîz Topaktaş hatiye erkdarkirin. Li gorî biryara YSK’ê wê Demîrtaş 2 axaftinên propagandayê yên bi 10 deqeyan bike û wê 12’ê Hezîranê li girtîgehê pêk were.
Axaftinên Demîrtaş wê 17’ê Hezîranê saet 20:53 û 23’ê Hezîran saet 17:50 were weşandin.