Ji bo Dayikên Şemiyê li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin

Li Elmanya, Fransa, Awûstralya û Belçîkayê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û berxwedana Dayikên Aştiyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Elmanya, Fransa, Awûstralya û Belçîkayê ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û berxwedana Dayikên Aştiyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbucken ê Elmanyayê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku dostên Kurdan ên Elman jî tevlî bûn gelek belavok hatin belavkirin. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) jî bi şiyara 'Azadî ji Ocalan re' stand danî. Hevseroka NCDK'ê Dîlek Akdogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got, heta ku tecrîd bidome, wê aştî pêk neyê. Akdogan bang li hikumeta Elman jî kir ku tavilê hevkariya xwe ya bi Erdogan re biqedîne û qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê rake. Nûnera HDK-Saarlandê Şennûr Agirbaşli jî berxwedana Dayikên Şemiyê silav kir û got, wê her roja Şemiyê li Saabruckenê çalakiya piştgiriyê lidar bixin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo Dayikên Şemiyê ku di hefteya 700'î de bûn hedefa êrîşên hêzên çekdar ên Tirk, çalakiyeke piştgiriyê hate lidarxistin. Aynûr Karakaya li qada çalakiyê axivî û got, "Êrîşa li Dayikên Şemiyê hate kirin ji êrîşên salên 90'î cudatir nînin. Ji ber ku Çîller û Agar ên wê demê û desthilatdara vê demê ji hev ne cuda ne." Nûnera jinan a Stûttgart Coûrage Elî Klortz jî da xuyakirin ku piştgiriya wan a ji bo Dayikên Şemiyê wê bidome. Klotz işaret bi çalakiya 29'ê Îlonê ya li dijî hatine Erdogan kir û got, wê cihê xwe di nava çalakiyê d bigirin û helwesta xwe nîşan bidin.

FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ji bo Dayikên Şemiyê li meydana Haûptwacheyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Malbatan wêneyên windayan hildan û pankarta bi nivîsa "Dayikên Şemiyê bi tenê nînin" vekirin. Qisekeran gotin, tevî zext û zordariyê dayikan vê hefteyê jî li ewladên xwe pirsîn. Çalakî piştî xwendina belavokê qediya.

SYDNEY: Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji bo Dayikên Şemiyê bi banga Komîsyona Jinê ya NCDK'ê çalakiyek pêk hat. ÎHD, Yekîtiya Elewiyan a Demokratîk û KNK'ê jî destek dan çalakiyê. Di çalakiya rûniştinê de wêneyên windayan hatin hildan û bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî axaftin hatin kirin. Qisekeran diyar kir ku windakirin bûye polîtîkayeke dewletê û qala dîroka têkoşîna li Tirkiyeyê ya li dijî windayan kirin. Di çalakiyê de bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin. Nûnerê KNK'ê yê Sydneyê Îsmet Taştan got, "Divê tavilê destûr were dayin ku Birêz Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bibîne. Girîng e Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û CPT li pêşberî hesasiyeta gelê Kurd bêdeng nemînin. Divê tavilê heyetek biçe Îmraliyê."

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê bi dirûşma "Di hefteya 701'ê de em li her derê ne" ji bo Dayikên Şemiyê çalakiyek hate organîzekirin. Nûnerên saziyên CDK-F, ACTÎT, ODAK, BÎR-KAR, FEDA, FÛAF, TJK-F, SKB, ADHK, Partîzan, SYKP, ICOR û Sekna Şoreşgerî ya Proleter tevlî çalakiyê bûn. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Min bibîne dayê "vekirin û rejîma AKP'ê ya ku êrîşî çalakiya dayikan kir, şermezar kirin.

BRUKSEL: HDK-Belçîkayê êrîşên li Dayikên Şemiyê tên kirin bi çalakiya rûniştinê protesto kir. Çalakî li pêşiya Central Gar a paytexta Belçîka Brukselê pêk hat. Çalakgeran wêneyên windayan vekirin û dirûşma "Dîktator Erdogan" qîriyan.