Ji bo dayika aştiyê Gergersoy mewlud hat dayîn

Ji bo dayika aştiyê Gergersoy mewlud hat dayîn

Ji bo dayika aştiyê Reşîde Gergersoy ku demek dirêj bû tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît û roja yekşemê jiyana xwe ji dest da, bi pêşendiya MEYADER’ê mewlud hat dayîn.

Dayika Reşîde Gergersoy (Dayika Reşê) ya 69 salî ku du zarokên xwe li gerîla wenda kiriye û keça wê li gerîlaya li roja yekşemê li Nexweşxaneya Başkent a Yuregîr ya Edenê jiyana xwe ji dest da. Dayika Reşê roja sêşemê li Goristana Buruk hat definkirin û malbata wê ya li taxa Afetevler ya Yuregîra Edenê ye, konê sersaxiyê vedan. Îro li kon bi pêşengiya MEYADER’ê mewlud hat dayîn. Serokê BDP’a Yuregîrê Mehmet Bayram, nûnerên BDP’ê, berdevkê MEYADER a Edenê Turgay Murat û gelek kes tevli mewlidê bûn.  Meleyan bi kurdî kuranê Kerîm xwendin. Piştî mewludê dua hatin kirin û xwarin hat belavkirin.

Piştî xwarinê konê şînê hat rakirin.