Ji bo cenazeyên li Garzanê bang li malbatan hate kirin

HDP ji bo cenazeyên ku ji Goristana Garzanê hatin revandin bi rayedarên ATK’ê re axivîn. Mizgîn Irgat a HDP’yî diyar kir ku biryara nixumandinê li ser dosyayyan dane.

Ji Goristana Garzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê 267 cenaze hatibûn derxistin. Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaze (OHP) Serhat Çakmak û parlamenterên HDP’ê Ayşe Acara Başaran û Mizgîn Irgat çûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK) û derbarê cenazeyan agahî standin.

IRGAT: BIRYARA NIXUMANDINÊ DANE, AGAHIYÊ NADIN

Parlamentera Bedlîsê ya HDP’ê Mizgîn Irgat piştî hevdîtinê daxuyanî da û got ATK’ê ji wan re gotiye ji hestiyên ku ji Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê re hatine şandin wê xebatên diyarkirina nasnameyê bidin destpêkirin û got, ‘’Hate gotin piştî têkiliya bi Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê re wê diyar bibe ku wê kengî cenazeyan teslîmê malbatan bikin û kîjan rêbazan hilbijêrin û diyar kir ku di vê mijarê de ew ê tenê xebatên diyarkirina nasnameyan bikin.’’

Irgat diyar kir ku ji wan re ragihandine ku li ser vê mijarê nevanda biryarê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ye û got, ‘’Lê Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê di vê mijarê de li ser dosyayan biryara nixumandinê daye. Ango di vê mijarê de ne agahiyekê didine parêzeran, ne malabatan, ne jî raya giştî. Ji bo vê jî niha rewş şîlo ye û ne diyar e bê ka wê pêvajoyeke çawa were şopandin. Lê rewşeke dewleta hiqûqê ye ku ji malbatan re were gotin werin cenazeyên xwe bibibînin û barekeî wiha li wan bar bikin.’’

Irgat diyar kir ku niha malbat mexdûr in, nizanin bê ka wê serî li kûderê bidin, ji bo ku di demeke kurt de ev xebat bi dawî bibin divê xwe bigihînin malbatan û got li ser vê mijarê ew ê bi Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê re biaxivin.

Irgat got malbat bila biçin ATK û ji bo ku DNA hev bigirin divê daneyan bidin wan, malbatên ku li derveyî Stenbolê ne jî bila serî li dozgeriyên bajarê xwe bidin û bi vî awayî ATK’ê agahî daye ku wê rewşê binirxînin.

BANG LI MALBATAN HATE KIRIN KU SERÎ LI HDP Û ÎHD'Ê BIDIN

Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî got bila malbat, di serî de Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê serî li dozgeriyên bajaran bidin, mînaka xwînê bidin û wiha domand, ‘’Piştî ku ev hate kirin jî ji bo tespîta nasnameyên cenazeyan, divê di zûtirîn demê de serî li HDP’ê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin, em li bendê ne ku bi me re alîkar bin.’’

ATK’ê nûçeya ANF’ê ya 22’yê Kanûnê ya bi navê ‘’267 cenaze ji Goristana Garzanê hatine revandin’ piştrast kiribû û gotibû di dest wan de 267 cenaze hene.