Ji bo Celal Dogan ê HDP’î daxwaza îxrackirina ji Fenerbahçeyê
Komek endamên Fenerbahçeyê di Civîna Asayî ya Desteya Giştî ya Maliyeyê de daxwazname dan dîwana serokatiyê, xwestin Parlamenterê HDP’ê Celal Dogan ji endamtiya kulubê bê derxistin.
Komek endamên Fenerbahçeyê di Civîna Asayî ya Desteya Giştî ya Maliyeyê de daxwazname dan dîwana serokatiyê, xwestin Parlamenterê HDP’ê Celal Dogan ji endamtiya kulubê bê derxistin.
Têkîldarî mijarê Serokê Duyem ê Fenerbahçeyê Şekîp Mostûroglû daxuyanî da, got wê serlêdanê di desteya rêveberiyê de binirxînin.
Komek endamên Fenerbahçeyê di Civîna Asayî ya Desteya Giştî ya Maliyeyê de daxwazname dan dîwana serokatiyê, xwestin Parlamenterê HDP’ê Celal Dogan ji endamtiya kulubê bê derxistin. Di daxwaznameya endamên de wiha hate gotin: “Ji ber Dogan parlamenterekî HDP’ê ye ku partiyek li dijî yekîtiya Tirkiyeyê xebatan dimeşîne, lewre divê ji Kuluba Fenerbahçeyê bê îxrackirin.”
Li ser vê Serokê Desteya Dîwana Kuluba Fenerbahçeyê Vefa Kuçuk ê daxwazname girt, got; “Nirxandina vê daxwaznameyê ne karê me ye, karê desteya rêveberiyê ye.” Têkîldarî mijarê Serokê Duyem ê Fenerbahçeyê Şekîp Mostûroglû daxuyanî da, destnîşan kir ku wê mafê axaftinê bidin Dogan. Her wiha, Mostûroglû got wê serlêdanê di desteya rêveberiyê de binirxînin û çareseriyek demokratîk jê re bibînin.