Gurkan ji ANF'ê re axivî û polîtîkayên hikûmetê yên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê xist meriyetê, nirxand. Gurkan got, "Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, li şûna ku encameke rast jê bê dexistin û ber bi demokratîkbûnê ve gav were avêtin, hikûmet di zext, şîdet û polîtîkaya otorîterbûyînê de israr dike. Lê pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên din ên demokrasiyê hê nehatine çareserkirin û li naverastê ne."
GURKAN: DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN WERE RAKIRIN
Gurkan da xuyakirin, ku KCK'ê duh bi daxuyaniyekê, ji bo çareseriya pirsgirêkê bang li hikûmetê kiriye û got, "Girîng e ev bang were dîtin û bêyî hilweşîn mezin bibe, ji bop çareseriyê gav bên avêtin. Li zemîneke ku çek lê diteqin, provokasyon û neteweperestî lê serdest e, derfetên çareseriyê kêm in. Lewma weke gava destpêkê divê çek bên bêdengkirin, pêvajoya diyalogê were destpêkirin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin. Bi gelek tecrûbeyên bi êş û giran hatiye dîtin, heta ku vîna siyasî ya gelê Kurd mûxatab neyê girtin û şer ji her du aliyan ve neyê sekinandin çareserî nepêkan e. Ji bo çareseriyeke siyasî û demokratîk a xwe dispêre mafên wekhev, berpirsyarî dikeve ser milê hemû aliyan. Eger hikûmet vînek ji bo çareseriyê destnîşan bike, tevgera Kurd çekan bêdeng bike û helwestek ji bo destpêkirina pêvajoya diyalogê bê nîşandan, ev ê bibe asteke girîng ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê." Gurkan ji hikûmetê xwest guh bide vê bangê û ji bo çareseriyê vê yekê weke derfetekê bi kar bîne.
GOLLU: DIVÊ HIKÛMET OPERASYONAN BIQEDÎNE
Hevserokê Devrîmcî Partî Ûfûk Gollu jî diyar kir, banga KCK'ê ji bo çareseriya demokratîk girîng e û got, "Pêwîste her kesên dixwazin pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser bibe, vê bangê binirxîne."
Gollu da zanîn, rewşeke giran a şer heye û wiha dewam kir: "Gelek mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku em çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin û dibêjin; mafê neteweyan e ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, bêguman em destekê didin vê bangê." Gollu destnîşan kir, ku ev yek bi kêrî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê tê, lewma ew destekê didin.
Gollu got, "Hikûmetê di rojên dawî de li ser polîtîkaya Sûriyeyê got, 'me şaşîtî kir'. Der barê tifaqa bi Gulen re got 'em hatin xapandin'. Niha jî, di mijara neçareserkirina pirsgirêka Kurd de jî divê ji vê şaşîtiyê vegere. Lewma em hemû bangên ji bo çareseriya demokratîk hêja dibînin. Pêwîste dewlet derhal operasyonên leşkerî û siyasî biqedîne. Di vî warî de gava destpêkê para hikûmetê ye."