Ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê yên li Fransayê banga tevlîbûnê
CDK-F, ji bo meş û xwepêşandanên 3'ê Sibatê li Fransayê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir û bernameya çalakiyan eşkere kir.
CDK-F, ji bo meş û xwepêşandanên 3'ê Sibatê li Fransayê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir û bernameya çalakiyan eşkere kir.
Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê roja Şemiyê yên ji bo xwedîderketina li Efrînê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me yê li Ewropayê divê li gelemperiya cîhanê bi taybetî li Ewropayê ji bo pêşî li komkujiyên li Efrînê bigire berê xwe bide Efrînê. Bi xwedîderketineke wiha em dikarin bala raya giştî bikişînin ser Efrînê û bikin ku hêzên navneteweyî bikevin dewrê."
CDK-F diyar kir, ku hêza dijmin çi dibe bila bibe li pêşberî berxwedana bi rûmet a gel bêçare maye û got, "Dijmin nikare bi pêş ve biçe. Ji ber ve yekê hêzên mêtinger hê êrîşkar dibin. Li dijî hêzên mêtinger, di serî de gel û dostên me yên li Fransayê, bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên 3'ê Sibatê yên ji bo xwedîderketina li Efrînê bibin."
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Li gorî daxuyaniyê, plansaziya çalakiyan wiha ye:
PARÎS
Saet 14:00
Cih: Gare de l’Est
MARSÎLYA
Saet 13:00
Cih: Place Canebiere
BORDEAÛX
Saet 16:00
Cih: Li pêşiya Konsolosxaneya DYA
TOÛLOÛSE
Saet 14:00
Cih: Place Capitale
ROÛEN
Saet 14:00
Cih: Hotel de ville Rouen
NANTES
Saet 13:00
Cih: Place Commerciales
STRASBOÛRG
Saet 10:00
Cih: Avenue de l’Europe
MONTPELLÎER
Saet 14:00
Cih: Parka Peyroû
AVÎGNON
Saet 15:00
Cih: Wê ji ber gara Avîgnonê dest pê bike
NÎCE
Saet 14:00
Cih: Place Masena