Derbarê Bûldan, Ozturk, Taşçier û Onlu de fezleke hate amadekirin-NÛ BÛ

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di derbarê Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterê Amedê Îmam Taşçier û Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu bi îdiaya 'propagandaya rêxistinê kirine' fezleke amade kir.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirin e” der barê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu de bî idiaya “Propaganda rêxistinê kirin e” de fezleke amade kir.

Serdozgeriyê der barê Buldan de ji ber axaftina di 21’ê Hezîrana 2018’an de beriya hilbijartinê li Qada Cumhuriyetê ya Sêrtê kiriye, derbarê Ozturk de ji ber axaftina di 21’ê Adara 2018’an de li Newroza Agirî kiriye, derbarê Taşçier de ji ber parvekirinên medya civakî ya di 24’ê gulana 2018’an de û axaftinên di 8 û 9’ê îlona 2018’an a li Amedê û der barê Onlu de ji ber axaftina di 21’ê Adara 2018’an de li Newroza Dersimê fezleke dan amadekirin.

Ji bo rakirina destnedayîna parlamenteran fezleke ji bo bigihîje Meclîsê ji Wezareta Dadê re hatin şandin.