Ji bo bîranîna Zîlanê li Rojava rêzeçalakî

Ji bo bîranîna Zîlanê li Rojava rêzeçalakî

Bi boneya 17᾿emîn a bîranîna gêrîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan)ku bi çalakiya ku di 30’ê hezîrana 1996’an de pêk anî û navê xwe li dîroka tekoşîna azadiya Kurd nivîsî, rêxistina Jin a rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star li seranserî rojavayê Kurdistanê dê rêzeçalakiyan lidar bixîne.

Komîteya amadekar a çalakiyan cih û dema çalakiyên xwe yên li bajarên rojavayê Kurdistanê ji raya giştîre eşkere kir. Komîteya Amadekar da zanîn ku çalakî di 29᾿ê hizêranê destpê bike û di 31᾿ê hizêranê de bidawî bibe.

Komîteya Amadakar a rêzeçalakiyan bernameya xwe bi vî awayî eşker kir:

QAMIŞLO

Li Qamişlo di 30᾿ê hizêranê saet di 17.00᾿an de, di navenda Şehîd Lewend a taxa Qudûrbeg, dê şahiyek bi beşdariya Koma Botan bê lidarxistin

Li Dêrik, di 30᾿ê hizêranê seat di  17:00᾿an de dê parka bi navê Bexçê Vejînbi şahiyekê were vekirin. Şahî bi tevlîbûna komên Roj, Cûdî û Zîlan bê lidarxistin.

GIRKÊ LEGÊ

Li Girkê Legê jî di 29᾿ê hizêranê saet di 17.00᾿an de dê meraîma bîranînê li navenda Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bê lidarxistin. Di 30᾿ê hizêranê de saet di 17.00᾿an de li navenda ciwanên şoreşger dê şahiyek bê lidarxistin.Di 31᾿ê hizêranêsaet di 17.00᾿an de di navena çand û Hunerê ya  bajêr dê civînek li ser jiyana Zîlan û Sema bê lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Li gundê Meşûşqê ya Tirbespiyê di 29᾿ê hizêranê saet di 17.00᾿an debi tevlîbûna koma Aliyan dê şahiyek bê lidarxistin. Di 30᾿ê hizêranê saet di 17.00᾿an deli Parka Şehîd Luqman dê şahiyek bi tavlîbûna Koma Xebat bê lidar xistin.

Di 31᾿ê hizêranê jî saet di 17.00᾿an de, li gundê Sîha Sexîr dê şahiyek bê lidarxistin.

AMÛDÊ

Li Amûdê di 30᾿ê hizêranê saet di 17.30᾿an dedê şahiyek mezin li meydana Şehîd Cîhad bê lidarxistin.

HESEK

Li Hesekê, di 30᾿ê hizêranê saet di 17.00᾿an de li meydana Şehîdan a taxa Miftî, dê şahiyek bê lidarxistin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê di 30᾿ê hizêran saet di 17.00᾿an de li navenda çand û hunerê dê şahiyek bê lidarxistin.

EFRÎN

Li Efrîn jî di 30᾿ê hizêranê saet di 16.00᾿an de, dê meşek bê lidarxistin û piştre şahiyek li navenda çand û Hunerê bê lidarxistin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî di 30᾿ê hizêranê saet di 17.00᾿an de li navenda Baqî Xido ya çand Hunerê dê şahiyek bê lidarxistin.