Ji bo bîranîna zarokên Efrînê çalakî hat lidarxistin

Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê ji bo zarokên ji aliyê dewleta Tirk ve hatîn qetilkirin çalakiya ‘Ez çûm Pêlava min ma’ hate li dar xistin.

Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Nûdayê ji bo bîranîna zarokên li Efrînê hatin e qetilkirin çalakiya ‘Ez çûm Pêlava min ma’ hate li dar xistin.

Çalakî şevê din li cadeya qerebalix a Rathaûsgalerîe de hat li dar xistin. Li cihê çalakiyê navê zarokên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin, dowîz û pêlav hatin daleqandin

Di çalakiyê de jinan devê xwe bi banda reş girtin û bi zimanê Elmanî behsa dagirkeriya Tirk a li Efrînê kirin.