Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' ji Emmerîch heta Kleve'yê meşa dirêj

Ji bo bîranîna 'Şehîdên meha Gulanê' di navbera bajarên Emmerîch û Kleve yên Elmanyayê de meşeke dirêj hat lidarxistin. Di meşê de rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hat şermezarkirin.

Meşa dirêj a ji aliyê Ciwanên Azad ve hat organîzekirin, ji meydana Şaredariya Emmerîchê destê kir û heta qada mîtîngê ya li Kleveyê dewam kir. 

Di meşa ji 15 kîlometreyan de belavokên bi zimanê Elmanî jî hatin belavkirin û raya giştî hat agahdarkirin.

Di meşê de lên HDP, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn.

Hevserokê Meclîsa Gel a Kleveyê Hanû Kozik di mîtînga li Kleve de axivî û anî ziman, gelê Kurd li pêşberî şehîdan xwedî berpirsyarî ye. Kozik got, "Niha li çar parçeyên Kurdistanê şerekî giran diqewime. Bajarên me dorpêçkirî ne, xanî bi ser mirovên me ve tên rûxandin, mirovên me di nava şert û mercên gelekî zehmet de li derve dijîn. Xwedîderketina li wan xwedîderketina li şehîdan e."

'EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WAN DERKEVIN Û BIBIN BERSIV'

Kozik diyar kir, ruhê berxwedanê yê şehîdan li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya û Geverê dewam dike û got, "Ne tenê li Bakurê Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê; ji Rojava heta Şengalê, heta Rojhilat şer heye. Ev yek êrîşên topyekûn ên ji bo bêkurd hiştina Kurdistanê ne. Ji bo bibin bersiv ji şehîdên xwe re divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin û bi xurtî bixebitin."

...