Ji bo bîranîna şehîdên Efrînê çalakî

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, ji bo bîranîna şehîdên Efrînê li gelek bajaran li dijî faşîstên AKP-MHP’ê çalakî lidar xistin.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, bi wesîleya salvegera dagirkeriya Efrînê çalakî lidar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Însiyatîfê ve hatî dayîn de hate gotin: “Em ê li bajarên herî bi ewle li dijminan bidin û bi agirê xwe bixeniqînîn.”

WESAYÎT Û KARGEH HATIN ŞEWITANDIN

Însiyatîfê berfirehiya çalakiyên xwe wiha rêz kir:

“18’ê Çileyê, li Hadimkoya Stenbolê kargehek a plastîkan û 2 wesayîtên lûks ên kargehê ku ya faşîstên AKP’ê ne, ji aliyê yekîneyên me ve hatine şewitandin û hatine rewşa bê kariyê.

18’ê Çileyê, li Gebzeya Kocaeliyê kargehek a polîsek Tirk ê AKP’î hatiye şewitandin.

19’ê Çileyê, li Bandirmaya Balikesîrê kargeha xwirekan û 3 wesayîtên kargeha faşîstên Tirk ji aliyê yekîneyên me ve hatine şewitandin û bûne xwelî.

20’ê Çileyê, li Beylikduzu ya Stenbolê li taxek a ku piraniya wê faşîstên MHP’î lê trafûya elektirîkê dane ber agir, hatiye rewşa bêkariyê û bi seatan tax bê elektirîk maye.

20’ê Çileyê, li Erenler a Sakaryayê yekîneyên me bi teknîkî agir berdane avahiyek a nîjad perestan. Heman demê 4 wesayîtên ku ciwanên nijadperestan dan ber agir û hatin rewşa bê kariyê.

21’ê Çileyê, li Mûratliya Tekirdagê 4 wesayîtên faşîst û tecawûzkarên AKP’iyan dan ber agir û hatin rewşa bê kariyê.”