Ji bo bîranîna Madimakê bi hezaran kes civiyan

Ji bo bîranîna Madimakê bi hezaran kes civiyan

Bi armanca bîranîna rewşenbîrên di komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes li ber Cemxaneya Seyrantepeyê li hevkom bûn û bernameya bîranînê pêk anîn. Di bernameya bîranînê de posterên mezin ê Sakine Cansiz, Mazlum Dogan û Seyit Riza yên mezin hatin vekirin. 

20. salvegera 2'ê Tîrmehê ya Komkujiya Sêwasê ku di Otela Madimakê de 33 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, bi bernameyên cuda tê bibîr anîn.

Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal, Vakfa Çanda Anatolu ya Haci Bektaşî Velî û 67 saziyan, li ber Cemxaneya Seyrantepeyê bernameya bîranîna 33 welatiyên pêk anîn.

Di bernameya bîranînê de bi hezaran kes amade bûn. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes bi otobus, maşîne, li ber Cemxaneya Seyrantepe li hev kom bûn.

Bi hezaran kesên ku bi otobisan hatin cem hev di ketina Sêwasê de rastî lêgerîna nasnameyan hatin. Bi hezaran kesên ku li ber Cemxaneya Seyrantepe kom bûn, pankartên "Bila Madimak bibe muzeya şermê", "Ji bo welatiyên wekhev em tariya AKP'ê perçe bikin" û "Agirê Sêwasê dê qatilan jî bişewitîne" vekirin. Di bernameyê de posterên mezin ê siyasetmedarên jin ên kurd û sazumankara PKK'ê Sakine Cansiz, Mazlum Dogan û Seyit Riza hatin vekirin. Wêneyê 33 rewşenbiran hat vekirin. Bi hezaran kesên ku di navde Nûnerên Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaşi û Komeleya Çanad Pir Sultan Abdal jî heye li hev kom dibin û dest bi amadekariya meşê dikin..