Ji bo betalkirina referandûmê gel daket kolanan
Li gelek bajaran kesên ku daketin kolanan xwedî li dengên “NA”yê derdikevin.
Li gelek bajaran kesên ku daketin kolanan xwedî li dengên “NA”yê derdikevin.
Eniya “NA”yê ya ji şeva referandûmê û vir ve daketine kolanan, ji bo betalkirina referandûmê û devjêberdana pergala seroktiyê dadikeve qadan.
MÊRSÎN
“Înîsîyatîfa Mêrsîn Bi Hev re Dibêje Na” encamên referandûmê yên bi guman protesto kirin. Bi sedan kesên ku li Parka Ozgur Çoçûkê hatin gel hev, dovîzên “Na, hê neqediyaye, hê nû dest pê dike” û “Na bi ser kev, têkoşîn didome” hildan.
Serokê Şaxa Ciwanan ê CHP’ê Ethem Guzel axivî û diyar kir ku, di referandûmê de ‘NA’ bi ser ket lê bi dek û dolaban ‘Erê’ derxistin û heke dengdayîn betal nebe wê bi deh hezaran kes dakevin kolanan.
TARSÛS
Li Tarsûsê bi sedan kesên ku li Qada Yarenlîkê hatin gel hev, encamên bi guman ên referandûmê protesto kirin. Di protestoyê de pankartên “Na, em bi ser ketin” û “Na, hê neqediyaye” hatin vekirin.
EDENE
Li Edeneyê jî gel ji bo betalkirina referandûmê li Qada Gençlîkê ya Baraj Yolû hatin ba hev û çalakiya protestoyê li dar xistin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê bi banga Halkevlerî bi sedan kes li Taxên Çîglî Gultepe, Guzeltepe û Çinartepeyê û li parka Ûgûr Mûmcû ya Karabaglarê hatin ba hev, encamên bi guman ên referandûmê protesto kirin. Hemwelatiyên li derdorê jî bi lêdana beroşan re piştgirî dan çalakiyê û bi forûman encama referandûmê hate nirxandin.
DENÎZLÎ
Li Parka Candoganê ya Denîzliyê jî bi sedan kes kom bûn û encamên referandûmê protesto kirin. Di çalakiyê de sloganên “AKP diz e, YSK jî hevkarê wê ye”, “Her der na, her der berxwedan e” hate berzkirin û bi lêdana pîspîskan encamên referandûmê hatin protestokirin.
MÛGLA
Li Mûglayê jî bi sedan kes li Qada Sinirsizlikê hatin gel hev û encamên referandûmê protesto kirin. Bi awayê sembolîk sindoqa hilbijartinê hate danîn û ji bo berteka YSK’ê bi zerfên bêmohr dengdayîna vekirî hate kirin. Piştî dengdayînê forûm hate li dar xistin û binpêkirinên di referandûmê de hatin nîqaş kirin.
ANTALYA
Gelê Antalyayê jî ji bo nerazîbûnê li hemberî biryara YSK’ê bidin li Qada Attalosê hatin gel hev. Beriya protestokirinê polîs li gelek cihên bajêr hatin bicihkirin. Endamê Halkevlerî Kûtay Merîç daxuyaniya protestoyê xwend û got, “2 milyon û nîv dengên bêmohr ji aliyê YSK’ê ve qebûl kirin û bi pûanekê ‘Erê’ bi ser xistin.”
Merîç diyar kir ku herî zêde li Kurdistanê binpêkirin hatiye kirin û got, “Di vîdeoyan de jî dixuye ku, dengdayîn vekirî ya ji bo Erê hatiye kirin. Yek jê Riha ye, ya din jî Mûş e.”
BÛRSA
Li Bûrsayê jî ligel qedexekirina Walîtiyê, li Mahfelê daxuyaniya çapemeniyê hate kirin.
Sekreterê Bajêr ê Bûrsayê yê CHP’ê Mûharrem Or daxuyanî xwend û got, “Di vê referandûmê de gelek nelirêtî û binpêkirin hatine kirin. Ji ber vê jî encamên vê referandûmê ne meşrû ne û divê referandûm werin betalkirin.
ESKÎŞEHÎR
Platforma Nayê ya Eskîşehîrê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Serokê Şaxa Krîstal Îşê Erdal Akyazi daxuyanî xwend û diyar kir, heta ku gelek pirs werin bersivandin wê encama referandûmê ya ku bi awayekî ne fermî hate ragihandin wê ne lê be.
Akyazî got ku, “Di hezaran sindoqan de îtîraz hatin kirin û di medyayê de derketin holê ku encam hevdu nagirin. Ev tê vê wateyê ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind nikare hilbijartinê bi rê ve bibe, li gorî rê û rêçikan tevbigere.”
Akyazî diyar kir wê li benda biryara fermî ya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bin û divê ev referandûm were betalkirin û meclîs biryara referandûmê bi paş ve bikişîne.
GEBZE
Li Gebzeyê ya bi ser Kocaeliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Gebzeyê li hemberî gendeliyên di referandûmê de ji bo xwedîlêderketina dengên ‘NA’yê xwest mîtîngekê li dar bixe. Lê ev mîtîng ji aliyê kaymakamam ve hate qedexekirin.