Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye

Ji bo betalkirina qedexeya derketina derve doz hat vekirin

Şaxên ÎHD KHM’ê yên Mêrdînê rapora têkildarî qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê amade kirin bi raya giştî re parve kirin.

Şaxên ÎHD û KHM’ê yên Mêrdînê rapora têkildarî qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê amade kirin bi raya giştî re parve kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku di êrîşan de çekên giran hatine bikaranîn, 3 jê zarok 6 kes birîndar bûne û kesek hatiye qetilkirin. ÎHD û KHM’ê ji bo “qedexe” tavilê bê rakirin li Dadgeha Îdare ya Mêrdînê “doza betalkirinê” vekirin.

Şaxên ÎHD û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (KHM) yên Mêrdînê, rapora ku têkildarî “Qedexeya derketina kolanan” a ev 6 roj in bi dijwarî li navçeya Nisêbînê didome amade kirin bi civîneke çapemeniyê aşkera kirin. Di civîna ku li Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê hat lidarxistin rêveberên ÎHD û KHM’ê û parêzerên endam beşdar bûn. Rêveberê KHM’ê Parêzer Sezgîn Tûnç ê di civînê de axivî diyar kir ku “qedexeya” li Nisêbînê didome di nav civakê de dibe sedema fikaran, li gor agahiyên gihiştine destê wan li gel ku pêdiviyên xurekê yên gel qediyane li navçeyê çekên giran tên bikaranîn.

Dînç diyar kir ku tevnên înternet, telefon û mobîl bi ti awayî nikarin bên bikaranîn û wiha berdewam kir: “Piraniya nifûsa navçeyê ji jin û zarokan pêk tê, eger ev li ber çavan bê girtin, ev ne tedbîr in, fikarên amadakariya komkujiyê her diçe mezintir dikin.” Dînç bi bîr xist ku li Nisêbînê îlankirina “qedexeyê” binpêkirinên giran ên mafên jiyanî jî bi xwe re aniye. Dînç destnîşan kir ku pirsgirêk tenê bi diyalogê dikarin bên çareserkirin, herî dawî ji bo tavilê qedexe bê rakirin jî bang kir.

Piştre Hevseroka Şaxa Mêrdînê ya KHM’ê Parêzer Seher Acay têkildarî ‘qedexeya kolanan’ a 6 rojan li Nisêbînê didome rapora ku amade kirine aşkera kir:

* Hate diyarkirin ku bi taybet li Taxa Yenî Tûran û Taxa Firatê teqîn pêk tên û çekên giran tên bikaranîn.

* Ji 13’ê Mijdarê ku destpêka qedexeya kolanan e, hate diyarkirin ku li Kolana Şîrîn a li Taxa Abdûlkadîrpaşa heta saet 05.00’an bi awayekî zêde top hatin avêtin û di nav rojê de dengê çekan dijwar bûne.

* Li Cadeya Sakarya di encama operasyonek çekên giran de Faysal Çakar (50) û kurê wî C.Ç (7) bi giranî birîndar bûn.

* Bi taybet dema tarî dikeve erdê, tespîta ku pêgerên hewayî yên bê mirov diyar dibin û digerin gihiştiye ber destên me.

* 14’ê Mijdarê li Taxa Yenî Tûran hêzên dewletê dema hewl dan bikevin taxê li derdorê bi awayekî zêde cebilxane reşandin, di vê demê de roketek li malekê ketiye û welatiyê bi navê Abdûlganî Dînç li mala xwe birîndar bûye. Agahiya ku ji derveyî Abdûlganî Dînç birîndarên din jî hene gihiştiye ber destên me.

* Hate diyarkirin ku li serê pirê 3 tank hene û ji van tankan ji dûranî bi ser taxan gule tên reşandin.

* 17’ê Mijdarê welatiya bi navê Fatma Kûlat li mala xwe ya qata 5’emîn de bi guleyek bê ji ku hatiye nediyar ve birîndar bûye.

* Li navçeyê hema hema li her cihî elektrîk, av û daneyên mobîl hatine qutkirin, her wiha li hember îlankirina qedexeya kolanan welatî bê amadekarî hatine girtin û ev jî zerarên cidî dide welatiyan.

* Li nexweşxaneyan destûr hatine rakirin û ji bo 13 rojan xurek hatine komkirin, her wiha li beşek Kampa Penaberan hêzên dewletê hatine bicihkirin û dîsa ji bo 13 rojan xurek hatine komkirin.

* Bi taybet di navbera 14 û 15’ê Mijdarê çek bi awayekî zêde hatin bikaranîn, li Cadeya Lozan bi 2 wesayîtên Ford Ranger bi ser malekê de hatiye girtin, demekê gule hatine reşandin lê kes neketiye malê.

* Li navçeyê bi wesayîtên Ford Ranger digerin û ev wesayît ji aliyê wesayîtên zirxî tên şopandin.

* 15’ê Mijdarê, Selamet Yeşîlmen dayika 5 zarokan dema hewl da ji qata 2’emîn a mala xwe dakeve hewşê hate qetilkirin, di heman bûyerê de zarokên wê yên 13-14 salî Sevcan û Fîkret jî birîndar kirin. Cîrana Selamet Yeşîlmen, Yilmaz Tûtak (27) dema alîkarî dikir ew jî hatiye birîndarkirin.

Acay destnîşan kir ku li gor lêkolînên heyetê bi qedexeyan re binpêkirina mafê jiyanê zêde bûne û diyar kir ku pêwîst e qedexeya didome tavilê bê rakirin. Her wiha parêzerên KHM’ê ji bo qedexe tavilê bê betalkirin ‘giliyê betalkirinê’ li Dadgeha Îdare ya Mêrdînê vekirine.