Ji bo berdana Ayhan Bîlgen îtiraz hate kirin
Dozgeriya Komarê ya Amedê, ji bo berdana Parlemeterê HDP’ê Ayhan Bîlgen îtiraz kir.
Dozgeriya Komarê ya Amedê, ji bo berdana Parlemeterê HDP’ê Ayhan Bîlgen îtiraz kir.
Dozgeriya Komarê ya Amedê, ji bo Parlemeterê HDP’ê Ayhan Bîlgen ê îro hate Beran îtiraz kir, daxwaza ji nû ve girtinê xwest.
Li gorî agahiyên hate girtin, dozger daxwaznameya îtirazê îro di saetên şevê de pêşkêşî 6. Dadgeha Ceza ya Giran kiriye. Bîlgen, li ser biryara 5. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê ve hatibû berdan.
Di daxwaznameya îtirazê de ev tişt hate gotin: “Di derbarê sûcên li ser Bîlgen de gumanên bi hêz hene, ji sûcê endamê rêxistina terorê tê darezandin, ji ber sedemê wesfa sûc û çawaniyê hikmê kontrola edlî wê têrê neke” têkildarî biryara girtinê daxwaz hete kirin.