Ji bo Berberoglû yê CHP’yî biryara girtinê

Di rûniştina doza “Tirên MÎT’ê” de derbarê Parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû biryara girtinê hat dayîn.

Di rûniştina doza “Tirên MÎT’ê” de derbarê Parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû biryara girtinê hat dayîn.

8'emîn rûniştina doza Rojnameya Cumhûriyetê ya TIR'ên MÎT'ê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştinê de Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglû wekî bersûc beşdarî dozê bû. Heyetê 25 sal cezayê girtîgehê li Berberoglu birî. Di derbarê Berberoglu de biryara girtinê hat dayîn.

Heyetê di derbarê Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû de bi îdîaya “Belge û agahiyên dewletê yên divê veşartî bên girtin bi armanca casûsiyê bi raya giştî re parve kiriye” biryara girtinê da. Dadgehê berê cezayê muebbet da Berberoglû pişte jî ceza daxist 25 salan.

CHP ALÎKARÎ DABÛ

Di dengdana ji bo rakirina destnelêdanê de ya Gulana 2016’an de AKP, MHP û CHP dengê ‘erê’ dabû. Guhertin bi 376 dengan hatibû qebûlkirin. Her sê partî ji bo girtina HDP’yiyan bi hev re tevgeriyabûn.