'Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike'

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç destnîşan kir ku gelê Kurd bi xet û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi azadiyê ve dimeşe û got, "Em sala 2021'ê bikin sala azadiya Serok Apo. Ji bo wê jî divê her kes bi ruhê seferberiyê kar bike."

Hevserokê Kongreya Civaka Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç têkildarî pêngava 'dema azadiyê' ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji ANF'ê re nirxand û bi taybetî bal kişand ser dengvedana paradîgmaya Ocalan li qada navneteweyî.

Li qada navneteweyî eleqeya ji bo kampanya ji bo azadiya Ocalan di kîjan astê de ye? Her wiha civak bi çi rengî nêzî kampanyayê dibe?

Em mînaka meşa enternasyonalîstan û ciwanan bidin, ku bi vê mînakê nêzîkatiya gelên cîhanê li Serokatî çawa ye, bê fêhmkirin. Di meseleya koronayê de gelek dewletan astengî derxistin. Weke komîteya amadekar, ji Portekîzê, Spanyayê dostên me her sal zêde tên. Me ji wan re got ku eger astengî hebe, ne pêwîstin tevlî bibin. Lê belê dostên me bi biryardarî xwestin tevlî bibin. Dostên me 17 kes gotin di nava her şert û mercî de em ê bên ku ji bo Serok Apo bimeşin. Çima? Ew dibêjin, Serok Apo ne tenê serokê gelê Kurd e, serokê mirovahiyê ye. Serok Apo serokê şoreşger, muxalîf, demokratan e. Ji xwe gelên cîhanê vê dema dawiyê rexneyan li me dikin. Dibêjin, hûn Serok Apo tenê weke serokê gelê Kurd dibînin. Lê belê Serok Apo serokê neteweya demokratîk e. Lewma eleqeyeke pir mezin li cîhanê ji bo Serok Apo heye. Ji Latîn Emerîka heta Ewropayê, ji Efrîkayê heta Rojhilata Navîn gelên cîhanê her kes dibêjin ku modernîteya kapîtalîst çareseriya pirsgirêkan nîne. Çareseriya pirsgirêkên heyî yên mirovaniyê paradîgmaya Serok Apo ye, paradîgmaya modernîteya demokratîk e. Li ser vê bingehê, însiyatîfa ku di meha Îlonê de dest pê kir û heta niha tê meşandin, gelek rewşenbîr, akademîsyen, sendîkayên Îngiliz, Wezîrê berê yê Dadê yê Îzlandayê, neviyê Gandhî gelek kesên nav û deng, xwediyên xelata Nobelê, kesên navdar ji bo azadiya Serokatî kar dikin. Sedema wê jî 2 tişt in. Yek; dibêjin ku şerê li Rojhilata Navîn bide sekinandin, Serok Apo ye, tenê hêza Serok Apo dikare pêşî li vê bigire. Duyemîn; Paradîgmaya ku Serok Apo afirandiye ji bo mirovahiyê temamî çareserî ye. Modernîteya kapîtalîst nikare çareyê biafirîne. Îro em dinerin, vîrûsa koronayê tiştekî xwezayî nîne. Modernîteya kapîtalîst korona afirandiye. Ji bo berjewendiyên xwe, desthilatdariya xwe ne tenê kuştina mirovan, di heman demê de kuştina xwezayê jî kuştina dîrokê jî dike. Zîhniyeta nijadperestiyê, olperestiyê didin pêş. Mînak, me li bajarê Hanaû dest bi meşê kir. Ji ber ku beriya salekê li ser esasê nijadperestiyê 9 ciwanên biyanî hatin kuştin. Serok Apo dibêje ku modernîteya kapîtalîst nexweşiyên xwe heye. Ew jî olperestî ye, nijadperestî ye, zayendîperestî ye. Ev nexweşiyên bi modernîteya kapîtalîst derketine. Ji ber vê yekê jî rewşenbîr û gelên cîhanê di vê dema dawî de gelekî eleqeyê nîşanî Serok Apo didin.

Xebatên we yên di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' gihîştiye kîjan astê?

Bêguman em li her qadê kar dikin. Bi navê KCDK-E me di meha Sibatê de dest bi pêngavekê kir ku ji 1 heta 15'ê Sibatê li tevahiya cîhanê ji bo azadiya Serok Apo çalakî bên lidarxistin. Du tişt pir balkêş in. Yek; em bi xet û bîrdoziya Serokatî bigihêjin gelên cîhanê. Bi vê armancê em li 22 navendan çalakiyan li dar dixin. Çima 22 navend? Serokatî 22 sal in hatiye dîlgirtin, ji bo her salekê me navendek destnîşan kir. Pirtûkxaneya Serokatî li Hambûrg û Stûttgartê dest pê kiriye, wê li bajarên din hemûyan dest pê bikin. Pirtûkxaneya Serokatî li nava bajaran digerin, hevalên me pirtûkên Serokatî yên bi zimanê wî welatî hatine wergerandin bi gelên cîhanê re parve dikin. Hem xeta Serokatî hem Serokatî bi gelên cîhanê dide naskirin. Serokatî bandoreke mezin li gelên cîhanê kiriye. Sendîkaya Efrîkayê, her wiha Koma Dostên Kurd li Efrîkayê kampanyayek ji bo Neteweyên Yekbûyî dan destpêkirin. Ji bo azadiya Serokatî. Pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku sendîkayên Îngiliz pêşengî jê re kirin, niha bi beşdariya sendîkayên Efrîkayê, Îtalya, Fransayê jî dewam dike. Êdî ji bo azadiya Serokatî li cîhanê li qadeke mezin kar tê meşandin. Sendîkayên Efrîkayê di nameya xwe de bi bîr dixîne ku dema Mandela azad bû Neteweyên Yekbûyî bi rolekê rabû. Pêngava Mandela jê re dibêjin. Dibêjin Pêngava Mandela divê ji bo Serok Apo jî derbas bibe. Li ser vê bingehê li hemû welatan ji bo azadiya Serokatî ji Neteweyên Yekbûyî re name tên şandin. Ev yek bi pêşengiya saziyên Efrîkayê tê kirin. Lê saziyên me jî bi rengekî seferberiyê tevlî vê pêngavê dibin. Em bi rêya we careke din bang dikin ku divê her Kurdek weke wezîfeyeke wijdanî, exlaqî, însanî, welatparêzî tevlî vê pêngavê bibe, her kes mohra xwe deyne binê van nameyan û bişînin ji Neteweyên Yekbûyî re. Hem jî cîranên xwe, nasên xwe, yên biyanî jî tevlî vê kampanyayê bikin. Bi navê KCDK-E em karekî dimeşînin, lê heta azadiya Serok Apo wê karê me dewam bike. Plansaziya me dewam dike.

Ji bo hîn bêhtir li nava civaka Ewropî belav bibe û encameke baş bi dest bikeve, xebateke çawa divê bê kirin? Di vir de rola gelê Kurd çi ye?

Di şexsê Serokatî de gelê Kurd di nava tecrîdê de ye. Nêzîkatiya li Serok Apo nêzîkatiya li gelê Kurd e. Dewleta komploger û dagirker li ser vê bingehê nêzî Serok Apo dibe. Eger dixwazin pirsgirêkan çareser bikin bi Serok Apo dest pê dikin, eger dixwazin şer li Kurdistanê bimeşîne dîsa bi nêzîkatiya li dijî Serok Apo dest pê dike. Ji ber ku zane Serok Apo îradeya vî gelî temsîl dike. Ji ber vê yekê her Kurdek, her mirovek li ser vê bingehê tevlî vê pêngavê bibin. Ji bo vê, ji bo bîrdoziya Rêber Apo bê naskirin, li rojnameyên cîhanê îlan tên dayin. Li Elmanya, Awûstralyayê li rojnameyan hate weşandin. Li Îtalya, Kanadayê wê ev îlan bên weşandin. Her Kurdek di vê mijarê de divê xwe weke şagirtê Serok Apo bibîne, temsîliyeta Serok Apo bike. Li cihê kar dike ji hevalên xwe yên kar re vebêje, karsaz be bi hevalên xwe yên karsaz re bêjin. Ji cîranên xwe yên biyanî re divê xetên Serokatî bibêjin. Nêrîna Serokatî niha li Rojava ketiye meriyetê. Lewma gelên cîhanê bi sempatiyeke mezin nêzî Rojava dibe. Divê em ji gelên cîhanê re bêjin, ku felsefeya li Şengalê tê meşandin, yên ku Êzidxan parastin jî, yê ku Rojava jî parast xeta Serok Apo ye. Her Kurdek divê weke temsîliyeta Serok Apo tevbigere. Çawa ku enternasyonîstên Katalan gotin ku di nava her şert û mercî de gotin ew ê bên û ji bo Serok Apo bimeşin, em her Kurdek jî divê li ser vê bingehê nêzî Serokê xwe bibin. Jiyana xwe li ser vê bingehê divê em tanzîm bikin. Dijminê me ketiye xeteriyeke mezin, Serokê me jî rêyeke mezin ji bo me vekiriye. Yanî bi xeta xwe ya bîrdozî rêyek ji bo me vekiriye, bi berxwedana xwe ji bo me rêyek vekiriye. Şoreşek afirandiye, hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojava, Şengal, Mexmûrê ev rêyeke mezin ji bo me vekiriye. Her kes êdî Şoreşa Rojava weke şoreşa mirovahiyê, şoreşa jinê ye. Yê ku ev afirandiye Serok Apo ye. Her Kurdek divê ji her kesî re vê rastiyê vebêje. Berxwedana Serok Apo, ya gelê Kurd, yên enternasyonalîstan ji gelek aliyan ve komploya 15'ê Sibatê ya beriya 22 salan hate kirin, pûç kir. Lê desthilatdar jî komployê nûjen dikin. Mînakek ji vê peymana li ser Şengalê ye. Peymana navbera Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê komployeke nû ye. Dorpêçkirina gerîla komployeke nûjen e. Tiştên ku dixwazin li Efrîn û Serêkaniyê bikin, dagirkeriya li wir nûjenkirina komployê ye. Ne tenê em dibêjin, her wiha pisporên li Tirkiyeyê jî dibêjin; dewleta Tirk di dema herî xetere ya sedsala dawî de ye. Ji aliyê dîplomatîk, aborî, civakî ji her alî ve di nava krîzeke giran de ye. Li derdora xwe, hevalbendekî xwe nemaye. Dijminatiyê li her kesî dike. Di nava civakê de li ser esasê dijminatiyê de nêzî her kesî dibe. Sîstem xwe li ser dijminatiyê dimeşîne. Êdî di dema xwe ya dawî de ye. Lê dema ku em bala xwe didin aliyê me, dibînin ku Rêber Apo bi paradîgmaya xwe rêyeke mezin ji bo me vekiriye. Di nava gelên cîhanê de sempatiyeke mezin ji bo me heye. Gelê Kurd bi vê xeta Serokatiyê ber bi azadiyê ve dimeşe. Wê demê em sala 2021'ê bikin sala azadiya Serok Apo. Ji bo wê jî her kes divê bi ruhê seferberiyê kar bike. Divê em destpêkê xwe, derdora xwe, civaka xwe bi rêxistin bikin, yekîtiya Kurdan ava bikin, tifaqa demokratîk ava bikin. Tifaqa neteweyî, tifaqa demokratîk, tifaqa enternasyonalîst ji aliyê Serokatî ve ji bo me hatine diyarkirin. Derfet ji bo vê yekê pir zêde ye. Divê em ji bo van hersêyan kar bikin. Wê demê azadiya Serok Apo, azadiya Kurdistanê û li ser esasê pêngavê em rol û mîsyona xwe bilîzin. Em sala 2021'ê bikin dawîkirina dagirkeriyê, pêkanîna azadiya serokatî û Kurdistanê biafirîne.

Kongreya neteweyî ya Kurdistanê ji bo Kurdan hemû daxwazeke. Lê belê hin partî xwe nadin ber vê yekê. Ji ber vê jî dewleta Tirk hîn bêhtir gefê li Mexmûr, Şengalê û gelek herêmên Kurdistanê dixwe. Di vê der barê de hûn çi dibêjin?

Di vê mijarê de jî divê mirov li Serok Apo mêze bikin. Serok Apo di nava sîstema tecrîdê de ji bo kongreya neteweyî perspektîfek danî pêşiya me. Herî dawî Serok Apo bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî, tişta ku destpêkê pirsî li ser yekîtiya Kurdan bû. Ji PDK'ê re, ji malbata Barzanî re silav şand, ji malbata Talabanî re silav şand. Serok Apo berjewendiyên gelê Kurd esas digire. Dema êriş hat ser Şengalê jî berî her kesî yê ku ev tişt dît Serok Apo bû. Me jî her kesên li derve jî li bendê bûn ku wê demê DAÎŞ êrişî Bexdayê bike. Serok Apo em hişyar kir û got ku DAÎŞ wê bizîvire Şengalê, li Şengalê tedbîrê bigirin. Ji bo yekîtiya neteweyî jî eger em pêngavên Serok Apo bikin esas em ê karibin bi ser bikevin. Ji ber ku pêngavên Serok Apo berjewendiyên gelê Kurd, berjewendiyên gelê xwe esas digire. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin û dibêjin, xizmeta ji bo dewleta Tirkiyeyê xeterî ye li ser Kurdan. PDK divê berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ji xwe re bike esas. Tiştê ku Serok Apo dibêje esas bigirin, berjewendiyên neteweya Kurd esas bigirin. Ji bo wê jî divê em ji her demê zêdetir ji bo Serok Apo kar bikin.