Kurdistaniyên ku li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina êrîşên qirkirinê yên li ser gel Kurd ên li Bakurê Kurdistanê, li qada Medborgarplastsen kon vedan.
ANF
STOCKHOLM
duşem, 20 pûşperê 2016, 18:08
Çalakvanan di kon de, pankarta ku wêneyên qetlîamên li Tirkiyeyê hatine kirin û nivîsa “Dawî li qetlîamên li Kurdistanê bînin”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hebûn daliqandin. Her wiha çalakvanan, bi gotinî û nivîskî raya giştî ji bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin agahdar kirin.
Aktivîteya kon a li ser banga Federasyona Jinan a Sara û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê hate lidarxistin wê heta şeva 23’yê Hezîranê dewam bike.