Ji bo azadiya Ocalan li Nantes û Lorîentê kon hatin veda
Li bajarên Nantes û Lorîent ên li rojavayê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Di çalakiyan de kesên di Komkujiya Sêwasê de hatin qetlkirin, hatin bîranîn.
Li bajarên Nantes û Lorîent ên li rojavayê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Di çalakiyan de kesên di Komkujiya Sêwasê de hatin qetlkirin, hatin bîranîn.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zîn, li Place du Commers a Nantesê kon hat vedan. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir.
Di çalakiyê de der barê tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê de gelek belavok hatin belavkirin. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin, azadiya Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd û banga rêxistinbûyîneke xurtir hat kirin. Di çalakiyê de her wiha hat xwestin, Elewî û Kurd têkoşînên xwe bikin yek.
LORÎENT
Li navenda bajarê Lorîentê jî bi heman armancê kon hat vedan. Heta saet 22:00, li vê derê belavok hatin belavkirin û der barê tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê de agahî hatin dayîn. Di çalakiyê de rewşenbîrên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.