'Ji bo azadiya gel û Rêberê xwe em ê heta dawiyê têbikoşin'

Gerîlayên HPG'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û destnîşan kirin ku heta azadiya gel û Rêberê xwe wê heta dawiyê têbikoşin.

Gerîlayên HPG'ê Rêzan Botan, Berxwedan Farqîn û Şerzan Welat bi wesîleya salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê axivîn.

Rêzan Botan: Cejna vejînê pîroz dikin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li her deverê ji bo azadiyê têdikoşin. Ji bo azadiya Kurdistanê, gelên bindest û Rêber Apo em têdikoşin.

Berxwedan Farqîn: Salvegera damezrandina partiyê di destpêkê de li Rêber Apo, tevahiya gelê xwe û hevalan pîroz dikin. Li ser esasê 27'ê Mijdarê em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Heta gelê me û Rêberê me azad nebe jiyan li me herame.

Şerzan Welat: Em ê sala 42'emîn a PKK'ê bi serketinê tacîdar bikin. Em di nava kelecan û coşeke mezin de ne. Em ji gelê xwe û tevahiya miletên bindest ên dinyayê re radigihînin ku encama têkoşîna me wê serketin be. Bi têkoşîna xwe em ê faşîzma dewleta Tirk û dewletên hegemonîk têk bibin. Serketin wê ya gelên bindest be. Em bang li ciwanên Kurd dikin ku tevlî nava refên gerîla bibin, divê ciwanên Kurd zanibin ku me her tişt bi gerîlabûnê bi dest xist.