Ji bo aştiyê 40 hezar imze li Meclîsê ne
Bloka Aştiyê ya Kadikoyê, di çarçoveya kampanyaya 40 hezar îmzeyan li Enqereyê kom bûn û îmzeyên berhev kirin jî dan Meclîsê.
Bloka Aştiyê ya Kadikoyê, di çarçoveya kampanyaya 40 hezar îmzeyan li Enqereyê kom bûn û îmzeyên berhev kirin jî dan Meclîsê.
Bloka Aştiyê ya Kadikoyê, bi sirûda “Ne şer aşîtî, ne mirin jiyan” 40 hezar îmzê kom kirin û radestî Meclîsê kirin. Endamên Blokê di saetên şevê de li ser rêya Sakarya ya Enqereyê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Di nava aştiyê de em ê jiyanê ava bikin” vekirin û dirûşmeyên “Aştî, Rûmet, Edalet” û “Bijî Têkoşîna Birûmet” qîr kirin. Beriya daxuyaniyê Gonca Gumuşkaya helbesta “Kiz Çocugu” (Zaroka Keç) xwend, şanoya yek kesî hate pêşkêşkirin.
Piştre ji Zanîngeha Hacettepeyê Endamê Bloka aştiyê ya Enqereyê Akademîsyen Sedat Yagcioglû mafê axaftinê girt. Yagcioglû wiha axivî: “Bajarên Kurdistanê tevahî tên şewitandin û hilweşandin. Bi sedan windahî me dan. Hema êdî di nava mehekê de çend bombe diteqin. Dixwazin fêrî kuştin, hilweşîn û talankirinê bikin. Lê ji roja yekem a ku şer destpê kir û vir li Tirkiyeyê em weke Bloka Aştiyê ya ku belavbûyî tenê têkoşînêdidin meşandin. Me da zanîn ku em şer qebûl nakin, li dijî şer em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û di nava aştiyê de em ê bi hev re bijîn û têkoşînê bimeşînin.”
Piştre jî Aktivîstê Bloka Aştiyê yêKadikoyê Muslum Çelîk axivî û diyar kir ku bi înad aştiyê dixwazin û wiha anî ziman: “Îro aştî xwestin; yên ku ji bo hilweşîna duh a Dersîmê bi rondikên derewîn lêborîn dixwestin îro bi dehan hilweşandinên mîna Dersîmê; li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Gimgim, Şirnex, Gever û bi sedan gundan teror di bin navê têkoşîna bi terorê re bê ku bêjin jin, zarok, kal, mêr qetil kirin. Îro em li dijî hilweşîn, talankirin û qirkirinê têdikoşin.”
Çelîk diyar kir ku bi înad aştiyê dixwazin, roj roja li dijî “Dîktaroriyê Erdogan” bêjin raweste ye. Çelîk wiha got: “Parlamenterên ku bi dengên 6 milyonan hatin hilbijartin, îro hewl didin ku destlêndayîna wan rakin. Bi îdîayên “Piştgirîkirina terorê” dixwazin bidarizînin û dixwazin ji derveyî parlamentoyê bihêlin.”
Çelîk bang li her kesî kir ku divê li hember van heweldanan bi hestyar bin, bi rêxistinkirî û biryardarî “Aştiyê” bixwazin.