Ji bo Şirnexê li Bernê çalakiya piştgiriyê hate organîzekirin

Li paytexta Swîsre Bernê, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Şirnexê çalakiyek li dar xist.

Şirnex sala 2015'an ji ber êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk hatibû hilweşandin. Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya projeya xwe ya bi navê "1500 mal ji bo 1500 malbatan" de li Bernê çalakiyek li dar xist.

Kurdistanî û Swîsreyî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de projeya Heyva Sor a Kurdistanê hate nasandin û komkujiyên ku dewleta Tirk li Şirnexê kiriye bi rêya slaytê hatin nîşandan.

Di çalakiyê de wêneyên jinên li zindanên Tirkiyeyê ji bo piştgiriya Şirnexê çêkirine hatin nîşandan. Çalakiya piştgiriyê bi stranan qediya.