Ji bo Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bê dayîn

Ji bo Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bê dayîn.

Parêzerên Serokê Şaredariya Esenyûrtê yê Stenbolê Ahmet Ozer ku ji wezîfeyê hat dûrxistin, girtin û li şûna wî qeyûm hat bicihkirin, ragihandin ku li dijî biryara dûrxistin û girtina Ozer ew ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. 

Parêzer Prof. Dr. Hasan Sanêr, li ber edliyeyê daxuyanî da û bi bîr xist ku Ozer bi îddîayên ji rastiyê dûr û nedîtbar hatiye girtin. Samîr, diyar kir ku wan îtiraz kiriye û got, pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn piştî serlêdanan ava bûye û got, "Herî dawî em ê heta dawiya mehê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin."