Ji bo 43 xwendekarên Meksîkî fenerên hêviyê hatin firandin
Ji bo 43 xwendekarên Meksîkî fenerên hêviyê hatin firandin
Ji bo 43 xwendekarên Meksîkî fenerên hêviyê hatin firandin
Komîsyona li dijî Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê, di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de, ji bo piştgiriya ji daxwaza edaletê ya malbatên 43 xwendekarên Meksîkî ku di bin çavan de ji aliyê polîsan ve hatin windakirin li Îskeleya Galatasaray fenerên hêviyê firandin.
Ji bo 43 xwendekarên li Meksîkayê ji aliyê polîsên narkotîkê ve hatin revandin, endamên Komîsyona li dijî Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê, li Îskeleya Galatasaray hatin cem hev û ji malbatên xwendekarên winda re peyama piştgiriyê şandin. Di çalakiyê de ji ronahiyê reqama 43 hat nivîsandin û pankarta bi Spanyolî û Tirkî ya, “Êşa malbatên windayan ên Meksîkayî êşa me ye, hêrsa wan hêrsa me ye” hat vekirin. Di çalakiyê de axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Abdulkadîr Boga hatin kirin. Boga yê bi Kurdî axivî bibîr xist ku 43 xwendekarên zanîngehê yên muxalifên Meksîkî di xwepêşandanekê de ji aliyê polîsan ve hatin windakirin. Boga got ku li Tirkiyeyê jî bi vî awayî ji aliyê dewletê ve 17 hezar û 500 cinayetên kiryar nediyar hatine kirin.
Piştî Boga Dayikên Şemiyê yên zarokên wan hatine windakirin axivîn. Di axaftinan de peyama piştevaniya bi malbatan re hat dayîn.
Di çalakiyê de her wiha nameya ku hevalên Alexander Mora Venancîo yê 19 salî ku di nav 43 xwendekarên hatin windakirin de bû, jêre nivîsandibûn hat xwendin.
Piştî daxuyaniyê ji 43 xwendekaran fenerên hêviyê hatin firandin.