Ji bo 3 livîn û betanî 21 hezar 900 TL ceza li girtî hat birîn
Ji bo 3 livîn û betanî 21 hezar 900 TL ceza li girtî hat birîn
Ji bo 3 livîn û betanî 21 hezar 900 TL ceza li girtî hat birîn
Suat Bahadir ê ji Girtigeha Hejmar 2 a Sîncan Enqere name şand û piştî skandala li Girtîgeha Pozanti anîn Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Sîncan, destnîşan kir ku bi armanca hovîtiya di 4'ê Adarê de rû da û tehdîtên midûrê girtîgehê protesto bikin, livîn, betaniye, mase û kursî şewitandine û ji ber vê bi îddîaya 'Zerar dane malên gelemperiyê' ji bo 3 betaniye û 3 livînan bi giştî 21 hezar û 900 TL cezayê pereyan li wan birîne.
Girtiyê bi navê Suat Bahadir ê ji Girtigeha Hejmar 2 a Sîncan Enqere name şand û piştî skandala li Girtîgeha Pozanti anîn Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Sîncan Ankara Sincan, da xuyakirin ku piştî skandala ku temenê wî mezin kirin şûnde niha jî cezayê pereyan lê birîne. Bahadir, destnîşan kir ku di 4'ê Adara 2011'an de bi du hevalên xwe re ku di qawîşa C-10 diman, ciwanek jî ku li qawîşa A-3 dima, bi hevalekî wî yê di qawîşê de ji heman dozê dihat darizandin û wiha berdewam kir: "Her du heval jî li Ceyhanê rûdiniştin. Ji bo malbat bi hev re bên hevdîtinê û bên û biçin me xwest hevalê Hakan Bahadir bînin odeya me û ji bo vê me serî li midûrê saziyê da. Bersiva ku da me ev bû, 'Ez ê we ji qawîşê derxim û her yekî ji we bidim qawîşekê' bû. Qawîşên ku behs dikir ên çeteyên îdareyê bûn ku dijminên zarokên ku kevir diavêtin. Îdareyê bi vî awayî em tehdît kirin. Li ser vê yekê me livîn, betaniye, mase û kursiyên di odeyê de şewitandin. Jixwe em di girtîgehê de her roj bi êşkence, heqaret û zextan re rû bi rû tên."
JI BO 3 LIVÎN Û BETANÎ 21 HEZAR Û 900 TL CEZA
Bahadir di nameya xwe de "Ji ber me ev zext qebûl nekirin me qawîş şewitand" ku nivîsand da diyarkirin ku ji ber vê sedeme bi îddîaya "Zerar dane malê gelemperiyê" der barê wan de doz hatiye vekirin û got, "Ji bo her yekî ji me 7 hezar û 300 TL cezayê pereyan hat birîn. Jixwe piştî wê bûyerê ji hesabê her yekî ji me pereyên mase û kursiyan qut kiribûn. Û niha jî dadgeh careke din pereyan dixwaze. Alavên ku şewitîne 3 livîn, 3 betaniye, 3 kursî û maseyek e. Tevî ku pereyên mase û kursiyan ji hesabên me qutkirin jî ji betaniye û livînên ku heywanan pê qayil nabin 7 hezar û 300 TL pere ji me zarokan tên xwestin. Tevî ku em mexdûrên Girtîgeha Pozanti ne jî hîn jî hewl didin tolê ji me bigirin. Dûrbûna me ya ji malbatên me têr nake dixwazin hîn zêdetir me mexdûr bikin."
Bahadir da diyarkirin ku li gorî hesabên ku kirine ji bo 3 livîn û 3 betaniyan bi giştî 21 hezar û 900 TL cezayê pereyan li wan hatiye birîn û got, "Em dixwazin hûn van bêhuqûqî û neheqiyên ku li hemberî zarokên kurd ên gelên din tên kirin bi rêya çapemeniyê bigihînin parêzvanên mafên mirovan. Me bi armanca hovîtiya di girtîgehê de û tehdîtên midûrê girtîgehê protesto bikin, livîn, betaniye, mase û kursî şewitandine."