Ji bo 163'ê girtiyên nexweş 163'ê deqîqe çalakiya rûniştinê
Ji bo 163'ê girtiyên nexweş 163'ê deqîqe çalakiya rûniştinê
Ji bo 163'ê girtiyên nexweş 163'ê deqîqe çalakiya rûniştinê
Hemû Şaxên ÎHA’ê û nûnetiyên wê dê sibe ji bo 163 girtiyên xweş 163 deqîqe çalakiya rûniştinê pêkbînin.
Komîsyona Navenda ÎHA’ê a Girtîgehan biryada ku di hefteya Mafê Miorvan de ji bo girtiyên nexweş bi slogana “Bila zû hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan” 30 şaxên wê û 10 nûnertiyên wê daxuyaniyan bidin û 163 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêkbînin
Yek ji van çalakiyan jî wê li Enqerê pêkwere. Şaxê TUHAD-FED û ÎHD’ê ya Enqerê wê bi hevre çalakiyê pêkbînin, di çalakiyê de dê ji bo 163 girtiyên nexweş 163 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêkbînin. Dê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sifîl jî piştgiriyê bidin çalakiyê.
Di derbarê çalakiya ku wê sibe li ser rêyaYuksekê pêkwere de nûnera TUHAD-FED’ê ya Enqerê Hewa Ozcan daxuyanî da û got: “ Li girtîgehan her roj bûyerên binpêkirin, pêkhatinên keyfî û bê huqûqî zêde dibin. Li gel vê yekê ji bo girtiyên nexweş bên berdan û astengiya li pêşiya tedawiya wan bê rakirin emê 163 deqîqeyan çalakiyê pêkbînîn. Ji berî her tiştî rewşa girtiyên nexweş erkekî miroviye divê her kes piştgiriyê biditê.”