Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad da diyarkirin ku, pevçûna li welat ne di navbera rêveberî û muxalifan de ye, di navbera xayînên welat û gel de ye, her wiha banga ‘seferbertiya netewî’ kir. Esad ji bo çareseriyê jî pêşniyara avakirina hikumetekî nû, pêkanîna konferansekî diyalogê û îlan kirina efûyekî giştî kir.
Serok Dewletê Sûriyeyê Beşar Esad di avahiya Opera ya Şamê de têkildarî şer û çareseriyê ya li welatê xwe daxuyanî dan. Beşar Esad bang li gel kir û da diyarkirin ku, Sûriyeye bi êrîşekî ku di dîroka Sûriyeyê de nehatî dîtin re rû bi rû ye. Esad got; “Em bi êşekî ku tevayî welat dorpêçkirî re rû bi rû ne. hêzên hundir û derve yên dijminê Sûriyeyê, dixwazin ji me tolê hilgirtin. Pevçûna li welat ne di navbera rêveberî û muxalifan de ye, di navbera xayînên welat û gel de ye.”
Esad destnîşan kir ku, ew bi ‘terorîstên’ radîkal Îslamî yên ku piraniya xwe ne Sûriyeyîne û xwediyê feraseta El Qaîdê ne, şer dikin. Esad got; “Di vê pêvajoyê de alîgirên me” behsa Rûsya, Çîn û Îranê dike sipasiya wan kir û piştre destnîşan kir ku, “Hinek îdîa dikin ku, Sûriye tercîh dike raste rast mudaxeleya leşkerî li muxalifan dike. Ji destpêkê ve em alîgirê çareseriya siyasî ne. Lê belê li dijî terorîstên ku ji xwîn rijandinê tiştek din nizanin, ji bo em gelê xwe biparêzîn me xwe parast.”
Esad aşkera kir ku, “Yanî niha em di rewşa şer de ne.” Esad anî ziman ku, ev şer şerekî ku yeketiya netewî ya Sûriyeyê hedef digire ye û got; “Netew ji bo me hemûyane û em hemû neçarin wê biparêzîn.”
Beşar Esad da zanîn ku, “Me rêya çareseriya siyasî hilbijart, me destê xwe ji hemû kesên ku projeyên siyasî anî dirêj kir. Lê belê di vê mijarê de me tu kes li gel xwe nedît.” Esad ji bo çareseriyê pêşniyara bila hikumetek nû bê avakirin, konferansekî diyalogê bêpêkanîn û îlan kirina efûya giştî, kir.
Esad di pêşniyara çareseriyê de aşkera kir ku, ger welatên rojava dest ji çek kirina ‘komên terorîst’ berde, ew dê operasyonên leşkerî rawestîne. Esad da diyarkirin ku, piştî vê ew dê kesimên hikumetê weke “Partiyên siyasî û kesayetên Sûriyeyê” binav kirî dê vexwînin konferansa diyalogê ya netewî, ew dê mutabakata netewî ya ji konferansê derket bibin referandûmê û dikarin biçin hilbijartina nû ya parlemento û hikumetê.