Ji berxwedêran silava roja 86'an
Ji berxwedêran silava roja 86'an
Ji berxwedêran silava roja 86'an
Bi sedan kesên li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê bi destê hev girtin, berê xwe dan Kobanê û berxwedana YPG/YPJ'ê silav kirin.
Bi sedan kesên ji bo destekkirina berxwedana YPG/YPJ'ê li gundên Mehser û Miseynterê nobedê digirin, mîna her rojê îro jî ji bo zincîra ji mirovan danê sibê li ser sînor hatin cem hev. Nobedarên berxwedanê di roja 86. a berxwedanê de li gundê Mehserê yê li pêşberî herêma Kaniya Kurdan e kom bûn, berê xwe dan Kobanê û berxwedan silav kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Çerxa Şoreşê", çalakgeran dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.
Çalakgeran bi paqijiya hawirdorê dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.