Ji ber şewat, kuştin û xwekuştinê 347 jin li Başûr jiyana xwe jidest dane

Ji ber şewat, kuştin û xwekuştinê 347 jin li Başûr jiyana xwe jidest dane

Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê di çarçoveya belavkirina statîstîka sala 2013'an a di warê mafê mirov de statîstîka şiddeta li dijî jinan li Herêma Kurdistanê belav kir. Li gor vê yekê di nava salekê de 347 jin ji ber bûyerên wekî kuştin û şewitînê li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor rapora Desteya Mafê Mirov a Herêma Federal a Kurdistanê, li tevayî Herêma Federal a Kurdistanê di nava salekê de 38 jin hatine kuştin. Ji vê hêjmarê 24 li Hewlêr, 4 li Silêmanî, 3 li Germiyan, 5 li Dihokê û 2 jî li Raperîn. Di raporê de tê gotin ku 24 jinan xwe kuştine. Ji vane 13 li Hewlêr, 6 Silêmanî û 5 jî li Germiyan.
Di rapora Desteya Mafê Mirov de tê gotin ku di nava salekê de 184 jin şewitîne. Ji vane 81 li Hewlêrê, 48 li Silêmanî, 14 li Germiyan, 21 li Dihok û 22 jî li Raperîn. Rapor balê dikişîne ser wê yekê ku 101 jinan xwe şewitandine, li gor vê yekê 40 li Hewlêr, 16 li Silêmaniyê, 8 li Germiyan, 29 li Dihok û 8 jî li Raperîn.
Li ser destdirêjiya zayendî jî di raporê de tê gotin ku di nava sala 2013'an de 286 destdirêjiyên zayendî li beranberî jinan hatine kirin. Li gor vê, 172 li Hewlêr, 61 li Silêmaniyê, 2 li Germiyan, 20 li Dihok û 31 li Raperîn.
Desteya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê di rapora xwe de radigihîne ku 3 hezar û 648 jinan giliyê xizmên xwe kirine. Li gor vê jî hezar û 199 li Hewlêr, 851 li Silêmaniyê, 344 Germiyan, 900 li Dihok û 354 li Germiyan