Ji ber parvekirinên tevnên civakî yên li ser Efrînê, 4 kes hatin girtin

Li ser tevnên civakî bi hinceta li nerzîbûn nîşanî êrîşên atêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê dane, ji 9 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin.

Di serdegirtinê duh ên li Edenyê hatin kirin de, ji 9 kesên ku li ser tevnên civakî nerazîbûn nîşanî operasyonên li dijî Efrînê kirine, piştî karûbarên wan ên li  emniyetê û şûnde sewîq edliyeyê hatine kirin.

9 kesên li dozgeriyê îfadeya wan hate girtin, bi hinceta “Propagandakirina rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya lêpirsînê hatin kirin. Ji 9 kesên sewqî dadgeriyê hatin kirin 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 4 kesên din jî ji ber parvekirinên li ser tevna civakî kû nerazîbûnên xwe yên li dijî Efrînê anîbûn ziman bi îdîaya “Propagandekirina rêxistinê” hatin girtin.