'Ji ber nêzîkatiya Neteweyên Yekbûyî ya li Şengalê rîsk didome'

Di ser êrîşên qirkirina Êzidiyan re 5 sal derbas bûn. Neteweyên Yekbûyî tevî bangên saziyên xwe jî hîn weke qirkirinê nas nekiriye. Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Îgrek diyar kir, ev helwesta Neteweyên Yekbûyî dikare rê li ber komkujiyên nû veke.

Kurdên Êzidî ku yek ji civakên herî qedîm ên Rojhilata Navîn e hem ji ber baweriya xwe hem jî ji ber Kurdbûna xwe di nava dîrokê de her tim bû hedefa komkujiyan. Êzidî dibêjin ku heta niha 74 komkujî li wan hatine kirin. Ya herî dawî jî êrîşa ji bo qirkirinê bû. Çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an xwestin Êzidiyan bi temamî ji holê rakin.

Di salvegera 5'an a Qirkirina Şengalê de Êzidî û dostên wan careke din ji Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî dixwazin ku êrîşa li Şengalê hate kirin weke qirkirinê pênase bikin, her wiha DAÎŞ û dewletên hevkarên wan li dadgehên navneteweyî bên darizandin.

Ya balkêş ew e, saziyên ser bi Neteweyên Yekbûyî hovîtiya li Şengalê hate kirin weke qirkirinê bi nav kirin, lê belê Neteweyên Yekbûyî bi xwe xwe ji vê yekê vedigire.

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di Adara 2015'an de daxuyaniyek weşand û li gorî raporên xwe diyar kir, "Li dijî Êzidiyan sûcên şer û mirovahiyê hatin kirin, ev sûc dikevin çarçoveya pênaseya qirkirinê."

Konseyê piştî vê raporê ji Konseya Ewlekariyê xwest ku bikeve nava liv û tevgerê, lê karekî berbiçav nehate kirin.

Komîsyona Lêkolînên Sûriyeyê ya Serbixwe ya heman konseyê jî di 16'ê Hezîrana 2016'an de raporek eşkere kir.

Komîsyonê ragihand, ku ya ku DAÎŞ'ê li Êzidiyan kir qirkirin e û bang li hêzên navneteweyî kir ku berpirsyaran eşkere bikin.

Di salvegera 3'emîn a Qirkirina Şengalê de jî Konseya Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê ji Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Navneteweyî xwest ku Qirkirina Êzidiyan nas bikin û ji bo darizandina endamên DAÎŞ'ê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bixin nava liv û tevgerê.

Ne tenê Konseya Mafên Mirovan her wiha gelek saziyên civakî yên sivîl ên navneteweyî xwestin ku Qirkirina Şengalê bên naskirin.

Di encama hewldana saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê de, Parlamenta Ewropayê 4'ê Sibata 2016'an qirkirina li Şengalê xiste rojeva xwe û qebûl kir ku li Iraq û Sûriyeyê li Xiristiyanan û hindikahiyên din ên olî qirkirin hatiye kirin.

Tevî vê biryarê jî dewletên endam ji bo çareserkirina mexdûriyetê karek nekirin.

Di salvegera 5'an a Qirkirina Şengalê de Êzidî dixwazin statuya xweser a Şengalê bê qebûlkirin. Serokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek der barê helwesta Neteweyên Yekbûyî de axivî.

ÎGREK: BÊDENGIYA BERIYA PÊNC SALAN HÎN JÎ DIDOME

Îgrek bi bîr xist, dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir ne koalîsyona navneteweyî, ne jî Neteweyên Yekbûyî helwest nîşan nedan û got, "Bêdengiya wê rojê hîn jî didome. Tevî hemû hevdîtinên me yên 5 salan di serî de Neteweyên Yekbûyî gelek saziyên navneteweyî ji bo pêçandina birînên civaka Êzidî gaveke berbiçav neavêtin."

Îgrek raporên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi bîr xist ku bûyerên li Şengalê qewimîn weke qirkirinê bi nav kir û got, "Tevî van raporan jî Neteweyên Yekbûyî û saziyên din bûyerên li Şengalê qewimîn weke qirkirinê nas nekirin. Êşên me hîn mîna doh teze ne, em bi tundî şermezar dikin ku 3'ê Tebaxê weke qirkirinê nehatiye qebûlkirin. Bi wesîleya salvegera 5'an a qirkirinê em bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dikin ku 3'ê Tebaxê weke Qirkirina Êzidiyan qebûl bike, di heman demê de em dixwazin ku her kesên pêwendiya xwe bi qirkirinê heye li dadgehên navneteweyî bên darizandin."

'ALÎKARIYA YEKSER A BI ŞENGALÊ RE TI CARÎ NEHATE KIRIN'

Îgrek diyar kir, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê heta niha bi navê 'alîkariya ji bo Êzidiyan' alîkarî bi hin saziyan re kirine, lê belê alîkariyeke yekser a bi Şengalê re nekirine û got, "Neteweyên Yekbûyî heta niha çima heyetek neşandiye Şengalê? Di vê rewşê de ku êşên qirkirinê hîn jî didome çima Neteweyên Yekbûyî nexwest hevdîtinê bi mirovên li Şengalê re bike? Ji bo çareserkirina mexdûriyeta wan mirovan çima gaveke pratîkî neavêt? Em ê van pirsên xwe timî li vê saziyê bikin ku xwedî wezîfe û berpirsyariyê ye. Her wiha em ê polîtîkaya wê ya qirêj jî nîşan bidin."

'QANÛN STATUYA XWESER NAS DIKE, LÊ WELATÊN ROJAVAYÎ BÊDENG IN'

Îgrek destnîşan kir, yek ji daxwazên bingehîn ên civaka Êzidî qebûlkirina statuya xweser a Şengalê ye û got, "Di 4'ê Tîrmeha 2018'an de Konseya Ewropayê biryar da ku hindikahiyên olî yên li herêma Nînova û Şengalê xwedî maf in ku xwe bi rê ve bibin. Konsey ji bo vê biryara xwe pêk bîne nekete nava hewldanan. Her wiha li gorî qanûnên Iraqê gelên ku metirsiya komkujiyê li wan hene dikarin xwe bi rê ve bibin. Tevî van hemûyan hêz û saziyên rojavayî zext li hikumeta Bexdayê nekirin ku statuya xweser a Şengalê nas bike."

'HELWESTA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DIKARE BIBE SEDEMA METIRSIYA QIRKIRINEKE NÛ'

Îgrek destnîşan ki rku li Şengalê metirsiya qirkirineke nû heye û got, "Şengal niha dorpêçkirî ye. Hem hêzên Iraqê hem jî Heşdî Şabî lê hene. Tirkiye jî timî gefan dixwe û bi êrîşên xwe nîşan dide ku komkujiyên nû dikarin li gelê me bên kirin."

Îgrek diyar kir, gelê Şengalê bi xwe birînên xwe pêçandiye û got, "Eger Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî helwesta xwe ya heta niha bidomîne, ev rewş wê bibe sedem ku plansaziyeke nû ya komkujiyan li gelê me bê kirin. Em careke din bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dikin, Qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxê û statuya xweser a Şengalê nas bikin."

Îgrek ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê yên li gelemperiya Ewropayê banga tevlîbûnê kir.