Ji ber nebûna avê bi hezaran gundên li Îranê vala bûn

Ziwatî û nebûna avê bandoreke giran li gundên Îranê dike. Ji 8 hezar gundên li eyaleta Farsê 4 hezar gund ji ber vê yekê vala bûn.

Ziwatî û nebûna avê bandoreke giran li gund û deştên Îranê dike. Li eyaleta Farsê ku eyaleteke navîn a Îranê ye, ji ber ziwatî û nebûna avê gundiyan cih û warê xwe terikandin.

Midûrê Karên Gundan ê Eyaleta Farsê Kemal Pakfitrat got, ji 8 hezar gundên li eyaletê 4 hezar gund vala bûne.  Pakfitrat ji ajansa nîv fermî ya Îranê Tasmim re axivî û diyar kir ku ji ber ziwatî û kêmaniya avê jiyan li eyaletê herimiye.

'GOLÊN MEZIN ZIWA BÛN, AVA LI BENDAVAN KÊM BÛ'

Serokê Meclîsa Golên Xwezayî ya Eyaleta Farsê Mohadese Hemeti jî got, golên m ezin ên li eyaleta Farsê ziwa bûne û ava li bendavan jî kêm bûye. Hemeti golên Bahtigan, Kamcan, Baxtir û Teşkê ku golên herî mezin ên eyaleta Farsê ne bi temamî ziwa bûne û got, "Li bendava Maharlu 50 ji sedî, li Hiremê 30 ji sedî û li Heremê jî 35 ji sedî ya rêjeya avê kêm bûye."

DEŞT JÎ BÊ AV MAN E

Rayedarên Îranî dibêjin, pirsgirêka avê ne tenê ji ber ziwatiyê ye, polîtîkayên heyî jî xwedî bandoreke mezin e.

Li gorî agahiyên ji aliyê rayedaran ve hatin dayin, ziwatiya li Îranê tevî gundan bandoreke giran li deştan jî kiriye. 355 ji 609 deştên li gelemperiya Îranê ziwa bûne.

XWEPÊŞANDAN HATIBÛN KIRIN

Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, rojên dawî li eyaletên Esfahan, Xuzustan, Fars, Çarmahal, Bahtiyari û gelek eyaletên din xwepêşandan hatibûn kirin.