Ji ber kurd bû çeteyan girt û sê rojan îşkence kirin

Ji ber kurd bû çeteyan girt û sê rojan îşkence kirin

Komên çete yên DAIŞ'ê ku demek beriya niha li Minbic û Cerablusê êrîşî kurdan kirin û revandin, li ser riya Kastêlo ya Helebê welatiyekî din jî revandin. Hate ragihandin ku çete li gorî nasnameyan welatiyan di revînin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser rêya Kastêlo ya di navbera Heleb û Efrînê welatiyê bi navê B.S. revand. B.S. piştî ku 3 rojan di destê çeteyan de ma û îşkence lê hate kirin, hate berdan.

B.S. destnîşan kir ku komên çete li ser benda kontrolê ew rawestandine û li ser nasnameyê ew revandine.  B.S. got ku çeteyan 5 saetan li hemû cureyan îşkence li wî kiriye. B.S. anî ziman ku çeteyan ew 12 saetan li derekê hiştiye û piştre ew ji lingên wî ve kişandine û gefa serjêkirinê kirine.

B.S. destnîşan kir ku biryara serjêkirina wî hatiye dayîn, lê piştre ev biryar hatiye guhertin û ev agahî dan: "Emîrê wan fermana serjêkirina min da. Beriya min bibin emîr çend pirs li ser ola îslamê ji min kirin. Dema min pirsên wî bersivandin, pereyên min ku zêdeyî 40 hezar lîreyên Sûriyê bûn û hemû alavên min dizîn. Piştre kaxiz bi min dan îmzekirin ku ez êdî riya Efrîn û Helebê bikar neyînim û ez berdam."

Li aliyê din êrîşên çeteyan ên li ser malên kurdan ên taxa Biedîn a Helebê didomin. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê gefan li kurdên taxa Bedîn dixwin û mal û dikanên wan ên di taxê de talan dikin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyan dest danîn ser malên kurdên ku koç kirine, her wiha gef li welatiyên kurd xwarine ku di nava hefteyekê de malên xwe biterikînin.