Ji ber ku HDP’yî bû min xwest bikujim

Ji ber ku HDP’yî bû min xwest bikujim

Êrîşkarê nîjadperest ê Tirk ku li navenda HDP’ê ya Enqereyê êrîşî endamê Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP’ê Ahmet Karataş kir û bi kêran birîndar kir got: “Ez Ahmet Karataş nas nakim. Ji ber ku HDP’yî bû min xwest bikujim û min ew da ber kêra.”

Êrîşkarê nîjadperest ê Tirk Emrah Akman ê ku xwest endamê MP’ya HDP’ê Ahmet Karataş bi kêran bikuje, di îfadeya xwe de diyar kir ku ji ber ku Karataş HDP’yî bû wî xwestiye bikuje.

Akmanê ku ji ber “Hewldana kuştina mirovan” hate girtin di îfadeya xwe de diyar kir ku ew Ahmet Karataş nas nake û got: “Tenê ji ber ku HDP’yî bû min xwest wî bikujim.”

Akman di îfadeya xwe de wiha got: “Ez çûm Navenda Giştî  ya HDP’ê. Min xwest bêjim xwepêşandan û kuştina mirovan tiştekî xelet e û min xwest bêjim dest ji van tiştan berdim. Ez li salonê mam û li bendê mam. Min piştre çavek li derdorê gerand. Piştre min bi kêrê êrîşê kesê mexdûr kir û min ew li gelek cihên wî xistin. Piştre ez ji wir derketim û çûm. Min ev bi tenê kir û tu kes li pişt min tune ye."

Êrîşkarê nîjadperest Emrah Akman diyar kir ku ev mehek bû wî amadekariya êrîşê dikir û li derdora agahiyê digeriya. Li ser êrîşkar têne nivîsek ku xebatên parlamenterên HDP’ê yên di rojnameyan de cih digirtin hebû, hate dîtin.