Ji ber gotina ‘PKK ne rêxistina terorê ye’ ceza dan Ayşe Hur

Ji ber gotina ‘PKK ne rêxistina terorê ye’ ceza dan dîroknas Ayşe Hur.

Dîroknas Ayşe Hur li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama “Min gelek caran fikrê xwe diyar kir, PKK ne rêxistinek teror e. Ew tevgerek gerîla û gel e” par ve kiribû. Ev payama Hur kirin hİnceta “Propaganda rêxistinê” û doz lê vekirin.  Rûniştina doza Hur li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hat. Bi hİnceta “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 3 meh ceza li Hur hat birîn.

Hur di peyama xwe de gotibû ‘PKK ne rêxistina terorê ye, rêxistina gerîla gel e'.