Ji ber êrîşa polîsan a li berxwedana Gezî, kesekî din mir

Ji ber êrîşa polîsan a li berxwedana Gezî, kesekî din mir

Li Eskîşehîrê, xwendekarê zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz (19), ku di dema xwepêşandana Parka Gezî ya 2'ê Hezîranê de di encama êrîşa 5-6 polîsan de xwîn rijiya ser mejiyê wî, li Unîteya Lezgîn a Zanîngeha Osman Gazî ya Eskîşehîrê jiyana xwe ji dest da.

Hejmara welatiyên ji ber êrîşa polîsan a li berxwedana Gezî jiyana xwe ji dest dan, derket 6'an.

Mehmet Ayvalitaş (Stenbol), Abdûllah Comert (Antakya), Ethem Sarisuluk (Enqere), ji ber êrîşa polîsan a li Berxwedana Gezî jiyana xwe ji dest dan.

Li Edenê, komîserê bi navê Mûstafa Sari di dema çalakiyan de ji cihekî bilind ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Ji bilî vê, aht ragihandin xebatkarê paqijiyê yê dersxaneyeke li Enqerê Îrfan Tûna, ji ber gaza zêde ya îsotê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Lêkolînên di vî warî de dewam dikin.