Ji ber Covîd-19’ê 309 hezar kes mirin

Ji ber koronavîrusê 309 hezar kes mirin. Hejmara nexweşan jî bû 4 milyon û 650 hezar.

Ji ber pandemiya Covîd-19’ê heta niha li dinyayê 309 hezar kes mirine û 4 milyon û 649 kes jî nexweş ketine.

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas diyar kir ku şewba koronayê dibe ku meylên otorîter ên li dinyayê zêde bike. Maas mînak da ku li Tirkiye, Rûsya, Venezûela, Îran û Çînê li ser rojnamegeran zext hene.

Bankaya Navendî ya DYE’yê (FED) diyar kir ku sektora malî ya ji ber şewbê ketiye nav rîskekê.  FED’ê diyar kir ku heke şewb zêde bidome wê rîsk jî mezin bibe.

TIRKIYE

Wezareta Tendirustiyê ya Tirk diyar kir ku li welat 146.457 kes nexweş ketine û 4055 kes jî mirine. Lê tê diyarkirin ku dewleta Tirk hejmarên rastîn nade.

Li Tirkiyeyê li hin bajaran 4 rojan qedexeya derketina derve heye. Desthilatdariya AKP û MHP’ê girtiyên siyasî yên li girtîgehan terkî mirineê kirine û ji bo şîrketên mezin jî projeyan amade dike. Dewlet bedestenan vedike û gel hê jî nikare maskeyan peyda bike.

Li hemberî van zextan Kampanyaya HDP’ê ya hevgirtina malbatan jî didome.