Ji ber çeteyan Til Temir bê ceyran e

Ji ber çeteyan Til Temir bê ceyran e

Komên çete ku navenda Mebûroka dibin kontrola wan de ye, ceyaran ji ser bajêr qutkirine.

Şîniyên bajaroka Til Temir a Rojavayê Kurdistanê ji beriya mehekê bê ceyarane jiyan dike. Rêveberê Navenda Ceyranê ya Til Temir Amir Cemîl Hemê diyar kir ku komên çete ku navenda Mebrûka ya di navbera Serêkaniyê û Girê Spî di destê wan de ye bûne sedeama qutbûna ceyaranê. Qutbûna ceyaranê bandor li welatiyan kiriye û bûye sedema astengiyan di kar û xebatên welatiyan de.

Rêveberê Navenda Ceyranê ya Til Temir Amir Cemîl Hemê destnîşan kir ku ceyrana bajaroka Til Temir û gundên wê ji navenda Mebrûka tê û niha di destê çeteyan deye.

 Hemê, da zanîn ku ceyaran li navenda Helebê ya Navendî tê çêkirin û 70 WAT ji wir tê navenda Mebrûka û li ser herêmê tê belavkirin. Hemê got ku çeteyan ceyaran qutkiriye